Gelê Minbicê: Siyaseta me berxwedan e û rêya me rêya şehîdan e

Bi dirûşma "Na ji zilmê re.. na ji tecrîdê re.. na ji dagirkeriya faşîst re, na ji Erdogan re, erê ji berxwedanê, aştiyê, azadiyê û jiyana hevbeş re, erê ji Leyla Guven re" bi sedan şêniyên bajarê Minbicê daketin qadan û tecrîd şermezar kir.

Gelê Minbicê: Siyaseta me berxwedan e û rêya me rêya şehîdan e
Gelê Minbicê: Siyaseta me berxwedan e û rêya me rêya şehîdan e
Gelê Minbicê: Siyaseta me berxwedan e û rêya me rêya şehîdan e
Gelê Minbicê: Siyaseta me berxwedan e û rêya me rêya şehîdan e
Gelê Minbicê: Siyaseta me berxwedan e û rêya me rêya şehîdan e
Gelê Minbicê: Siyaseta me berxwedan e û rêya me rêya şehîdan e
27 adar, 2019   13:07
MINBIC

Îro bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundên Wê li pêşiya Nexweşxaneya Firatê kom bûn da ku meşekê ji bo piştgiriya berxwedêrên zindanan û redkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha şermezarkirina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê re li dar bixin.

Di meşê de gel alên Partiya Sûriyê Pêşerojê, Meclisa Jinan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Malbatên Şehîdan, her wiha pankartên li ser nivîsa "Bi serkêşiya jinên azad em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin" hildan.

Bi gihandina stada şaredariyê, deqeyek rêz hate girtin. Paşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo axivî û wiha got: "Em îro bi serbilindî rawestiyane da ku piştgiriya berxwedêrên zindanan û çalakvanên grevê bikin, di serî de têkoşer Leyla Guven ku ev 140 roj e di greva birçîbûnê de ye."

Nezîfe diyar kir ku divê cîhan li hember dagirkeran ji bêdengiya xwe derkeve û li pêşiya her kesê ku binpêkirinan dike derkeve, ew dîktator Erdogan ku gefan li gel dixwe ji bîr nakin, Efrîn dagir kirin û niha jî daxuyaniyan dide da ku Minbicê dagir bike.

Di dawiya axaftina xwe de Nezîfe teqez kir ku ew bi vî gelî dikarin parastina maf û destkeftiyên xwe bikin, siyaseta wan siyaseta berxwedanê ye û rêya wan rêya şehîdan e di avakirina civakeke demokratîk de.

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û berxwedana zindanan bi dawî bû.

(jo)

ANHA