Destûra Sûriyê ya bingehîn di komxebatê de tê nîqaşkirin

Komîteya Amadekar a Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî reşnivîsa “Destûr û rêgezên destûra Sûriyê ya bingehîn” ji beşdaran re pêşkêş kir. Nîqaş li ser reşnivîsê tên kirin.

Destûra Sûriyê ya bingehîn di komxebatê de tê nîqaşkirin
27 adar, 2019   12:50
KOBANÊ

Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn li bajarê Kobanê dewam dike. Piştî axaftina cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn û hevserokê MSD`ê  Riyad Derar, komîteya amadekar a komxebatê, reşnivîsa “Destûr û rêgezên destûra Sûriyê ya bingehîn” ji beşdaran re pêşkêş kir.

Reşnivîs ji aliyê endamê komîteya amadekar Sîhanok Dîbo ve hate xwendin.

Reşnivîs wiha ye:

“Pêkanîna jiyana hevbeş ji bo gelê Sûriyê bi hemû netewe û olên cuda di çarçoveya Sûriye û derdora wê li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê de, piştgiriya saziyên civaka sivîl û aktîfkirina wê, avakirina sîstemeke qanûnî û demokratîk ku bi îradeya gel bawer e, peydakirina jiyaneke birûmet ji bo welatiyan di aliyê siyasî, aborî û hwd de dûrî ferasetên neteweperestî, leşkerî û olperestî, rakirina hemû rengên cudakariya li ser esasê ol, eqîde, mezheb, nîjadî û cinsî û avakirina hevgirtineke siyasî û exlaqî di nava civaka Sûriyê de ku xwe dispêre jiyana hevbeş a pirreng, dayîna mafê beşdarbûnê û berfirehkriina wê, pêkanîna rêgezên rewa yên mafên mirovan ên navneteweyî û hemû hevpeymanên girêdayî wê, rêzgirtina li hember rêgeza gelan di diyarkirina çarenûsa xwe de, mîsogerkirina mafê jin û zarokan, mîsogerkirina parastina civakî û rêzgirtina li hemberî azadiya ol û baweriyan.”

Rêgezên destûra Sûriyê yên bingehîn

Her wiha komîteya amadekar di reşnivîsê de rêgezên bingehîn ên destûra Sûriyê pêşkêş kirin. Di reşnivîsê de ev tişt jî hate bibîrxistin: “Hevpeymana niştimanî ya Sûriyê xwe dispêre rêgezên avakirina Sûriyeyeke nû ku tê de rêgezên bingehîn ên destûrê ku di destûra Sûriyê de werin pêkanîn û layiqî rengînbûna neteweyî, olî, nîjadî û çandên li Sûriyê hene.

Rêgezên destûra Sûriyê ev in:

1- Jêdera tekane ya qanûnsazî û desthilatdariya gel e.

2- Sûriye komareke yekbûyî ya demokratîk e, xwedî serwerî û kesayeta zagonî ye, sîstema xwe serokatî-parlamanto ye û çênabe dev ji beşek ji axa xwe berde.

3- Serokê/a Sûriyê welatiyek e û hemû karê di nava sîstema dewletê de çênabe li ser esasê neteweyî yan jî olî be.

4- Dewleta Sûriyê wê hevpeymanên Neteweyên Yekbûyî, rêgezên rewa yên mafên mirovan û hevpeymanên navneteweyî û qanûnên navneteweyî pêk bîne û çênabe qanûnên li dijî van qanûnan û hevpeymanan derxe.

5- Sûriye dewleteke pirreng e û gelek netewe û ol tê de hene. Her wiha olê ji dewletê qut dike û xwe dispêre nenavendîbûna demokratîk. Ev nenavendîbûn jî nimûneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

6- Serwerî, ya gel e û nabe ku kesek an jî partiyek an jî komek nikarin bixin ber xizmeta xwe û gel bi rêya hilbijartina demokratîk bi qanûna hilbijartinê adil û zelal serweriyê bi kar bîne. Sîstema navendên hilbijartinan li ser esasê nenavendîbûna demokratîk be û her sê desthilatdarî ji hev werin qutkirin (rêveberî, qanûnî, dadmendî).

7- Paytexta dewletê Şam e.

8- Zimanê fermî jib o hemû dewletan heye, lê ji ber gelê Sûriyê pirnetewe û pirçand e, destûra mafê bikaranîna zimanê xwe û fêrbûna wê û dayîna wê dide.

9- Doza Kurd li Sûriyê doza neteweyî û demokratîk e. Destûra Sûriyê itîrafê bi mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd dike.

10- Îtiraf bi destûrê bi hebûn û nasnameya neteweyên Suryan û Aşûrî û zimanê Suryanî zimanekî neteweyî yê fermî ye.

11- Jin di aliyê siyasî, çandî, aborî û civakî de werin beşdarkirin, xurtkirina beşdarbûna jinan di çêkirina biryaran de, her wiha beşdarî xebata parastina rewa û ewlehiyê bibin.

12- Jin û mêr di aliyê maf û erkan de wekhev bin, hemû welatiyên Sûriyê maf û erkên xwe wekhev in, bê cudahî.

13- Şerê terorê û rêxistinên wê bi hemû navên wê bê kirin, çavkaniyên wê yên aborî û îdeolojîk bên rawestandin, sedemên siyasî, aborî, civakî û çandî ku hişt mezin bibe, bên rakirin.

14- Sûriyê parçeyek ji derdora wê ya herêmî û cîhanî ye, tê de çanda folklorîk bi hemû şêwazên wê yên olî mîraseke hevpar di welatê Sûriyê de ji hemû pêkhateyên wê hene. Destûr jî vê yekê teqez dike.

15- Ciwan hêza çalak di civakê de ne, kar li ser nûnertiya wan di sîstema demokratîk de bê kirin.

16- Mafê astengdaran bên mîsogerkirin, hemû pêdiviyên jiyana birûmet bên peydakirin, wan têxin nava civakê, taybet astengdarên şerê li Sûriyê.

17- Parastina zarokan. Zarokên di şer de bandor lê bûye, ji wan re projeyan deynin.

18- Mîsogerkirina tam a dadgehan û avakirina desteyên dadê yên serbixwe û bi awayekî azad kar bike û parastina wê ji destwerdanên derve yên wekî desthildariya rêveberî, qanûnsazî û hwd.

19- Aboriya Sûriyê armanca dike ku bi awayekî adil çavkaniyên binerd, edaleta civakî, lihevanîn û pêdiviyên gel pêk bîne. Dewlet jî roleke esas tê de dilîze.

20- Artêşa Sûriyê wek saziyeke niştîmanî parastina bajar, serxwebûn û hikumeta wê li ser erdê bike û parastina ewlehiya neteweyî dike û destwerdana jiyana siyasî neke.

21- Parastina hawîrdorê ji çavkaniyên qirêjî û kar li ser başkirina wê û mîsogerkirina mafên nifşên pêşerojê.

22- Milkiyeta taybet parastî ye, çênabe ku dest li ser were danîn, tenê ji bo berjewendiyên giştî di çarçoveya qanûnên bedel a wekhev de dikare were standin, bêyî ku bikeve bin berjewendiyên kesayetî.

23- Rakirina zilmê  û hemû siyasetên cudakariyê û encamên wê li ser kesên ku zirarê dibînin ji Kurd, Suryan û Ereb û yên din di çarçoveya yekbûna Sûriyê û hikumeta wê û dayîna bedelê ji bo wan kesan.

Nîqaşa li ser mijara destûrê berdewam e.

(jo/kc)

ANHA