‘Cîhan deyndarê şehîdên me ye’

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Esied bi merasîmekê spart axê.

‘Cîhan deyndarê şehîdên me ye’
‘Cîhan deyndarê şehîdên me ye’
‘Cîhan deyndarê şehîdên me ye’
‘Cîhan deyndarê şehîdên me ye’
‘Cîhan deyndarê şehîdên me ye’
‘Cîhan deyndarê şehîdên me ye’
27 adar, 2019   11:48
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Esied ku 25’ê mehê li Dêrazorê şehîd ketibû, bi merasîmekê oxir kir.

Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê wergirt û bi dirûşmên “Şehîd namirin” ber bi Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl ve meşiyan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên Trafîkê û yên Hawarî ewlehiya merasîmê girt. Di merasîmê de Hêzên Erka Xweparastinê, şervanên YPG/YPJ’ê amade bûn. Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ya Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir.

‘Lawê min şehîdê mirovahiyê ye’

Piştî torana leşkerî bavê şehîd, Mihemed Seyît Ferso sersaxî ji tevahiya mirovahiyê re xwest û got: “Lawê min şehîdê mirovahiyê ye. Ji bo jiyaneke birûmet canê xwe feda kir. Bi rihê van şehîdan DAIŞ têk çû. Cîhan hemû deyndarê şehîdên me ye. Ji ber ku şehîdên me cîhan ji tarîtiya DAIŞ’ê xilas kir.”

Her wiha fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina doza şehîdan dubare kir.

Piştî axaftinan wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Şêniyan cenazeyê şehîd Mihemed Esied bi tilîliyên dayikan û sloganên “Şehîd namirin” spartin axê.

ANHA