Foza Yûsif: Em ê şoreşa jinan bikin şoreşa wekheviya civakê

Endama rêveberiya TEV-DEM’ê Foza Yûsif serkeftina QSD`ê li tevahiya cîhanê pîroz kir û got dê şoreşa jinan bikin şoreşa wekheviya civakî û dê li ser vê bingehê civakê bi rêxistin bikin.

Foza Yûsif: Em ê şoreşa jinan bikin şoreşa wekheviya civakê
Foza Yûsif: Em ê şoreşa jinan bikin şoreşa wekheviya civakê
Foza Yûsif: Em ê şoreşa jinan bikin şoreşa wekheviya civakê
Foza Yûsif: Em ê şoreşa jinan bikin şoreşa wekheviya civakê
Foza Yûsif: Em ê şoreşa jinan bikin şoreşa wekheviya civakê
27 adar, 2019   12:09
HESEKÊ

Şahiya ku ji hêla YPJ`ê ve li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin, bi axaftinan didome.

Piştî axaftina fermandara YPJ`ê Newroz Ehmed, endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) Foza Yûsif axivî û serkeftina QSD`ê pîroz kir û tekez kir ku di zûtirîn demê de, dê şahiya rizgarkirina Efrînê jî li dar bixin. 

Foza Yûsif wiha axivî: "Em soz didin ku ev al dê heta rizgarkirina Efrînê û tevahiya Sûriyê bilind bimîne. Ev roj, roja tolhildana hemû jinan ku hatine kuştin û revandin, bi taybet jinên Şengalê, her wiha roja tolhildana ji kesên ku bi cenazeya Barîn lîstine." 

Foza Yûsif bal kişand ser ku jinên vê xakê tekez kir ku bi vîna jinan dikarîbûn dijminên azadiya jinan têk bibin û bi vîna jinan ew ê civaka azad û demokratîk ava bikin, her wiha bi vîn û têkoşîna jinan ew ê dîrokeke nû binivîsin û bi têkoşîna Arîn û Avestayan jinan ronesansek ji civak û tevahiya Rojhilata Navîn re ava kiriye. 

Foza di dewama axaftina xwe de wiha got: “Heke jin ne têkoşer bin, ew ê civak azad nebe, ji ber vê yekê divê ji niha û pê ve, jinên li Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê hemû wekî jinên Şengalê werin azadkirin.”

Di dawiyê de endama TEV-DEM’ê Foza Yûsif wiha got: “Em ê şoreşa jinan bikin şoreşa wekheviya civakê û li ser vê bingehê em ê civakê ava bikin, her wiha em ê têkoşîna jinan bilind bikin û hişmendiya azadiya jinan xurttir bikin.” 

(ekîb)

ANHA