Telet  Yûnis: Têkçûna DAIŞ’ê wê dagirkeriya Tirkiyê jî bi dawî bike

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser ê Herêma Cizîrê Telet  Yûnis diyar kir ku heya dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê hebe tu rêbazên siyasî bencam nagirin.

Telet  Yûnis: Têkçûna DAIŞ’ê wê dagirkeriya Tirkiyê jî bi dawî bike
27 adar, 2019   08:26
QAMIŞLO-MÛRADA KENDA

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 23’ê Adarê li Heqil Umer ya herêma petrolê ku dikeve bejahiya Dêrazorê, têkçûna DAIŞ’ê ragihand. Di daxûyaniyê de hat ragahandin ku şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene û ew ê li dijî van şaneyan têkoşînê bidomînin.

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser ê Herêma Cizîrê Telet  Yûnis têkçûna DAIŞ’ê ji ajansa me re nirxand û got: “Hemû gelên herêmê pêşengtiya şerê têkbirina DAIŞ’ê kirin. Divê di çareseriya  siyasî de jî ev gel esas bên girtin.”

 ‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re pêvajoya nû destpê kir’

Yûnis diyar kir ku têkçûna DAIŞ’ê serkeftina projeya Netewa Demokratîk û vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Yûnis got: “Ev serkeftina mirovahî ji hemû gelên cîhanê re bû mînak. Têkçûna DAIŞ’ê hat ragihandin lê têkoşînek mezin li pêşiya me ye. Wekî gava duyemîn em ê têkoşînê li dijî hişmendiya DAIŞ û parastina herêman ji şaneyên veşartî bikin. Bi têkçûna DAIŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêvajoya nû destpê kir.”

‘Divê di çareseriya siyasî de serkeftinên gelê herêmê esas bên girtin’

Yûnis anî ziman ku serkeftinên QSD’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê serkeftinên siyasî jî bîne û got: “Çawa ku hêzên navnetewî piştgiriya QSD’ê kirin, pêwîste di aliyên siyasî de jî projeya Netewa Demokratîk wekî statû qabul bikin. Hemû gelên herêmê di şerê têkbirina DAIŞ’ê de pêşengtî kirin. Divê di çareseriya siyasî de jî ev vîna gelên herêmê esas bê girtin. Hêzên xwedî projeya siyasî tenê gelê herêmê ne. Çareseriya siyasî bê vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi ser nakeve.”

 ‘Dagirkeriya Tirkiyê li pêşiya çareseriya Sûriyê asteng e’

Yûnis di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê dagirkeriya Tirkiyê bi têkçûna DAIŞ’ê ya li herêmê re bi dawî bibe û wiha got: “Ji bo destpêkirina çareseriya pirsgireka Sûriyê divê dagirkiriya dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê li ser axa Sûriyê taybet li Efrînê were bi dawîkirin. Heya dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê hebe tu çareseriya siyasî bi encam nabe. Pêwîst e ev dagirkerî ji axa Sûriyê rabe. Ji bo rêgirtina gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û ewlehiya herêmê divê hêzên navnetewî bi erkên xwe rabin.”

ANHA