`YPJ û Beth Nehrîn, hêzên parastina rewa ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne`

Jinên di meclisên Rêveberiya Xweser û Sivîl a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destnîşan kir ku YPJ û hêzên jinên Beth Nehrîn, hêzên parastina rewa ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û diyar kir ku van hêzan bi berxwedan û têkoşîna xwe DAIŞ têk bir û tekez kir ku ew ê di rêya têkoşeran re bimeşin.

`YPJ û Beth Nehrîn, hêzên parastina rewa ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne`
27 adar, 2019   09:43
HESEKÊ

Şahiya ku YPJ`ê li bajarê Hesekê organîze kir a bi boneya têkbirina DAIŞ`ê, didome. Jinên di meclisên Rêveberiya Xweser û Sivîl a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belgeyek di şahiyê de xwend.

Belge ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ve hate xwendin.

Hin xalên girîng di belgeyê de wiha ne:

"Jin di dîrokê de ji mafên xwe bê par hatibûn hiştin û zilma sîstemên desthilatdar ên li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybet Ii ser wan hatin meşandin.

Bi çirûska destpêkê a şoreşa li Rojhilata Navîn ku ji Tûnisê dest pê kir û li Sûriyê dewam dike, gelê herêmê bi serkêşiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li nav şoreşê bûn. Hêzeke leşkerî a taybet bi jinan girîng bû ku bê avakirin da ku parastina xwe û daxwazên maf û azadiya wan bike. Her wiha birêxistinkirina civakê ji bo bidawîkirina hişmendî û pergala baviksalar, ew yek jî bi rêya avakirina hêzeke leşkerî bi navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Beth Nehrîn pêk hat da ku şerê hemû qirkirinên bîrdozî û çandî yê jinan bike. Lê bi berxwedan û têkoşîna jinên azad ev fikr ku şerê yekemîn ku ji Serêkaniyê û Helebê heta Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û ya dawî Dêrazorê tune kirin.

Wê hêzê jinên ji pêkhateyên din, ji jinên Aşûrî û êzidî rizgar kirin, her wiha di birêxistinkirina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû aliyên wê yên siyasî, rêxistinî, fikrî û xizmetguzarî de dewam dike.

Em vê belgeyê pêşkêşî hemû welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku yên dixwazin civakeke ku tê de rêgeza mafên mirovan pêk were û hemû pêkhate di bin banê aştî, rêz û exlaqê de bijîn, dikin.

Ev belge hewl dide hemû şêwazên cudahiya hundirîn û derve dijî jinan tune bike, ew yek jî di rêya mîsogerkirina xebata siyasî û leşkerî de ku pala xwe bide xwe, her wiha xurtkirina cihê jinan di civakê de û tunekirina zehmetiyan li ber wê derdikevin.

Aliyên ku vê belgeyê îmze dikin, rêzê ji van rêgezan re dikin, ew jî wiha ne:

1 – Li ser rêya şehîdan û berxwedana têkoşeran dewam bikin heta ku armancên wan pêk werin.

2 – Rizgarkirina Efrînê wek armanceke sereke ya têkoşînê be.

3 – YPJ û Hêzên Beth Nehrîn, hêzên parastina rewa ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û piştgiriya wan bê kirin û armancên wan pêk bînin.”

(jo)

ANHA