Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe oxir kirin

Welatiyên bajarokê Bisêra û gundewarên wê cenazeyê 6 şervanan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazorê şehîdên xwe oxir kirin
26 adar, 2019   16:50
DÊRAZOR

Bi sedan xelkên bajarokê Bisêra û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD‘ê Xesan Salim El-Ubeyd (Ebdulqadir), Hanî El-Hisên (Şahir), Wehîb Xenam El-Elî (Nemir Derenc), Elî El-Mihemed (Ehmed Bûkemal), Elî El-Xezwê yên 18‘ê Adarê di Pêngava Bagera Cizîrê de û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Îbrahîm ê dema erka xwe pêk di anîn şehîd bûn ji ber çerxerêya Sebha wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Hanî El-Hesen a bajarokê Bisêrayê ketin rê.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û merasîma leşkerî ji aliyê şervanê QSD‘ê ve pêk hat.

Ji fermandarên QSD‘ê Hisên El-Hemadî sersaxî ji malbatên şehîdan re û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelef El-Ebûd û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Hesen jî axivîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza parastina destkeftiyên şehîdan û parastina ewlehiya herêmî da.

Meclisa Malbatên şehîdan şehadeta şervanê QSD‘ê Îhab El-Ewacî (Herhût) ê di 20‘ê Adarê de di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulezîzî El-Hesen ê di 28‘ê Sibata 2019‘an de şehîd bûn, eşkere kir.

Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê 6 şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA