Cenazeyê şehîd Ugur Şakar bi merasîmekê hate veşartin

Ugur Şakar ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexta dewleta Elman a li ser Kurdan li ber dadgeha Krefeldê bi çalakiyê şehîd bûyî, li goristana Neussê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Ugur Şakar bi merasîmekê hate veşartin
26 adar, 2019   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ugur Şakar ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkîne û polîtîkaya krîmînalîzasyonê ya dewleta Elman a li ser Kurdan şermezar bike, 20'ê Sibatê li ber Dadgeha Krefelkdê bedena xwe dayî ber êgir û 22'yê Adarê li nexweşxaneya ku tedawî dibû, şehîd bûyî, li Neussê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Di merasîmê de nûnerên KCKD-E, TJK-E, YJK, FEDA, MLKP'ê, gelek nivîskar, nûçegihan, hunermend û wekîlên berê yên HDP'ê Ahmet Yildirim, ,Tugba Hezer, Lezgîn Botan, Sîbel Yîgîtalp jî hazir bûn. Girseyê nivîsa ''şehîd namirin'' bi bestika xwe ve kirin û wêneyên Ugur Şakar hilgirtin. Li Dêrsimê ji ber sedema ku ji malbatê kes nebû, li ser daxwaza xwişka wî Ugur Şakar ê ku li Neussê hatî veşartin û Dogan dede cenaze rakir.

Piştî merasîmê aktivîsta TJK-E'yê (Tevgera Jina Kurd  Ewropayê) Gonul Kaya got, ''Serê hemû berxwedêran sax be''.

Kaya got, ''Ugur Şakar li dijî polîtîkayên faşîzm û krîmînalîzasyonê bedena xwe da ber êgir. Piştî komploya 15'ê Sibatê li ber dadgehê xwe şewitand. Li dijî bêdadiyê xwe şewitand. Daxwazeke wî hebû, ew jî hebû ku em zêdetir têbikoşin û zêdetir li têkoşînê xwedî derkevin.''

Kaya bi bîr xist ku Şakar ê ku 20'ê Sibatê bedena xwe dayî ber êgir 22'yê Adarê ber bi Heq ve meşiyaye û domand, ''Çalakiya ku di rojeke reş de pêk anî bi agirê Newrozê ronî kir. Li dijî yên ku dixwazin bi tecrîê jiyana me tarî bikin bi helwesteke şoreşger sekinî. Helwesta ku li navenda kapîtalîzmê danî ew e, ku faşîzm hebe divê berxwedan hebe. Em soz didin zêdetir li çalakiyên grevên birçîbûnê yên li çar aliyên cîhanê xwedî derkevin û zêdetir li têkoşînê xwedî derkevin û di rêya hevrê Ugur de têkoşînê geş bikin. Bila serê hemû çewisandiyan sax be. Soza me ji bo hemû gelan ew e ku em ê têkoşînê heta dawiyê bibin. Heval Ugur nemir, felsefeya wî dijî û wê bibe rêya heqîqetê.''

Cenazeyê Şakar bi dirûşma ''şehîd namirin'' hate veşartin.

Şemê li NCKDya Dusseldorfê ji bo Ugur Şakar wê merasîmeke giştî ya bîranînê were çêkirin.