Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 801'ê hate redkirin

Serlêdana 801'ê ya parêzerên Ocalan a ku ji bo miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn hate redkirin.

Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 801'ê hate redkirin
26 adar, 2019   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, parêzer Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî, Newroz Uysal û Faîk Ozgur Erol serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, serlêdana cara 801'ê jî hate redkirin.

Hemû serlêdanên parêzer a ji bo hevdîtinê ya bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi hincetên cuda hatin redkirin.