Navenda Waşûkanî ji bo tevlêbûna mîhrecana sibe amade ye

Koma Şehîd Darsî ya şanoyê ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ji bo tevlêbûna 4‘emîn Mîhrecana Şehîd Yekta Herekol ya şanoyê ku di sibe li bajarê Qamişlo dest pê bike, amade ye.

Navenda Waşûkanî ji bo tevlêbûna mîhrecana sibe amade ye
Navenda Waşûkanî ji bo tevlêbûna mîhrecana sibe amade ye
Navenda Waşûkanî ji bo tevlêbûna mîhrecana sibe amade ye
26 adar, 2019   15:31
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi beşdarbûna komên şanoyê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sibe 4‘emîn Mîhrecana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo destpê dike.

Koma Şehîd Darsî ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ya herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ji bo tevlêbûna mîhrecanê ji beriya du mehan ve amadekarî dabû destpêkirin.

Berpirsa beşê şanoyê ya navenda Weşûkanî, Fatima Ehmed anî ziman ku şano neyika civakê ye û zimanê çareserkirina pirsgirêkên civakî ye.

Fatima anî ziman ku amadekariyên wan yên ji tevlêbûna mîhrecanê 2 mehan dewam kir û got:"Koma Şehîd Darsîn a şanoyê ji 5 endaman pêk tê û şanoyeke amade kirin û dê di mîhrecanê de pêşkêş bikin."

Li gorî Berpirsa beşê şanoyê Fatima Ehmed, şanoya ji bo mîhrecanê hatiye amadekirin bi navê "Hêviyên dayikê" ye. Şano balê dikşîne ser azarên dayikên ji warê xwe dûr ketine û hêviyên wan ên vegerê li welatê xwe.

ANHA