Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne

Hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham diyar kir, destkeftiyên ku Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi dest xistine serbilindiyek ji her kesayetekî/a Sûriyê ye re û got: “Ne ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk ba ev xebatên mezin li ser erdê pêk nedihatin."

Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne
Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne
Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne
Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne
Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne
Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne
Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne
Himêdî Deham: Destkeftiyên rêveberiyê yên tehvahî Sûriyê ne
26 adar, 2019   15:18
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê rûniştina xwe ya 6’emîn di 2019’an li dar xist. Rûniştin li li navçeya Amdûdê ya kantona Qamişlo pêk hat. Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham, hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xilo, endamên Dîwana Meclîsê Abdulkerîm Seko û Îlham Mutelî û endamên Meclîsa Zagonsaz a Herêma Cizîrê amade bûn.

Piştî naveroka rûniştinê ya 5’emîn hate xwendin û li ser hate nîqaşkirin, hevserokê Herêma Cizîrê Şêx Himêdî Deham axivî. Deham  serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û wiha got: “Di her rûniştinek ji rûniştinên me de gavên nû û mezin ber bi aramî, geşkirin û hezkirinê ve hene. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî di ewlehî û aramiyeke mezin, berovejî herêmên dîtir de  dijî.”

Şêx Himêdî Deham bal kişand ku tiştê bi dest ketine serbilindiyek e ji hemû herêmê û tevahî gelên Sûriyê re.Ne ji Rêveberiya Xweser ba ewqas xebatên mezin li ser erdê pêk nedihatin."

Di dawiya axaftina xwe de Deham îşraret pê kir ku divê rejîma Sûriyê destkeftiyên ku herêmê bi dest xistine bibîne.

Piştî hevserokê Cizîrê Dehma axaftin bi dawî kir, rûniştina 6’emîn a Meclîsa Zagonsaz bi xwendina destûra hejmar /1/ a sala 2019’an destpê kir.

Destûra hejmara /1/ wiha ye, erkdarkirina birêz Nezîra Gewriyê û birêz Telet Mehmûd Yûnis hevserokên Meclîsa Rêveber, birêz Elî Îbrahî Keûd cîgirê hevsrokatiya Meclîsa Rêveber . Birêzên dîtir jî weke hevserokên Desteyên Meclîsa Rêveber ji Meclîsa Zagonsaz re hat pêşkêkirin da ku li ser erê bike û son bixwin.

1-Birêz Îlyas Yûsiv Ebo û birêz Semer Husên hevserokên Desteya Çandiniyê û Aborî ne.

2-Birêz Remziyê Mihemed û birêz Xalid Mehmûd ve hevserokên Desteya Darayî ne.

3-Birêz Îlyas Îbrahîm Sîdo û birêz Rewda Hesen ve hevserokên Desteya Çandê ne.

4-Birêz Hezne Îbrahîm Yûsiv û birêz Ebilhed Yûsiv Gewriyê hevserokên Desteya Rêveberiya Herêmî ne.

5-Birêz Mihemed Salih û birêz Semîra Hac Elî ve hevserokên Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ne.

6-Birêz Raperîn Abdulhemîd Hesen û birêz Menal Mihemed ve hevserokên Desteya Tendirustî û Hawîrdorê ne.

7-Birêz Rûken Ehmed hevseroka Desteya Jinê ye.

8-Birêz Sîpan Çeto û birêz Ela Ûbeyd hevserokên Desteya Ciwan û Werzîşê ne.

9-Birêz Welîda Botî û birêz Husên Elî ve hevserokên Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan in.

10-Birêz Kenan Berekat û birêz Şêrîn Mihemed Adem hevserokên Desteya Hundirîn in.

Di dawiyê de erkdarên nû son li pêş hevserokê Herêma Cizîrê xwarin.

(fr)

ANHA