Şahiya Mezin bi dawî bû

Şahiya Mezin ku bi boneya serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê îro li bajarê Kobanê hatibû lidarxistin, bi xelatkirina saziyên leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû.

Şahiya Mezin bi dawî bû
Şahiya Mezin bi dawî bû
Şahiya Mezin bi dawî bû
Şahiya Mezin bi dawî bû
Şahiya Mezin bi dawî bû
26 adar, 2019   13:21
KOBANÊ

Şahiya Mezin li ser girê Miştenûr ê Kobanê hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li şahiyê bûn ku bi boneya serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê hat lidarxistin.

Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endam û rêveberên TEV-DEM`ê, rêveberên partiyên siyasî, her wiha şêx û rûspiyên êlan beşdarî şahiyê bûn.

Piştî axaftinan, hunremend Sadûn Kobanê, Murad Hemzo, Ehme Cuma, Mustefa Emîr ên ku ji Minbicê beşdarî şahiyê bûbûn, stranên gelêrî gotin û QSD û berxwedana gelê Sûriyê silav kirin.

Ji aliyekî din ve hevserokên Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Ebid Hamid Mehbaş, cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî xelat dan QSD, YPJ, saziya birîndar û gaziyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundrîn ji bo xebatên wan di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî terorîstan.

(bx)

ANHA