Li Gabarê hêzên HPG`ê derbe li artêşa Tirk xist, 8 leşker hatin kuştin

Li Gabarê gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî leşkerên Tirk ên derketin operasyonê çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li Gabarê hêzên HPG`ê derbe li artêşa Tirk xist, 8 leşker hatin kuştin
26 adar, 2019   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên gerîla yên 21 û 22'ê Adarê yên li herêma Gabarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"21'ê Adarê saet 07:00 artêşa TC a dagirker li qada Sipiviyan a herêma Gabarê ya Şirnexê bi balafirên bê mirov û helîkopterên êrîşê dest bi operasyonê kir. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên me heman rojê saet 17:00 li yekîneyeke operasyonê ya li ser Girê Sipiviyanê xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li yekîneya operasyonê hate xistin, 2 leşker hatin kuştin.

22'ê Adarê saet 16:45'an hêzên me yên YJA Starê li dijî navenda koordîneya operasyonê ya li ser Girê Sipiviyanê çalakiyek pêk anîn. Çalakî li dijî 2 çeperên dijmin hate lidarxistin û di encamê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxist. Saet derdora 20:00 jî neçar ma xwe ji herêmê vekişîne. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.