Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê

Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku girtiyên azadiyê zindan kirine cihê berxwedana li dijî dagirkeran.

Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
Malbatên şehîdan: Girtiyan zindan kirin cihê berxwedanê
26 adar, 2019   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên malbatên şehîdan ên navçe û bajarên herêma Cizîrê daxuyaniyek der barê berxwedana girtiyan a di zindanên dewleta Tirk de da.

Daxuyanî li Serêkaniyê, Dêrik, Girkê Legê, Amûdê, Til Hemîs, Tirbespiyê, Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê hatin dayîn.

Daxuyanî wiha ye:

"Dîroka gelê Kurdistanê ya 14`ê Tîrmehê xwe dubare dike û berxwedana bi deh hezaran şêniyên vê neteweyê bi rêya dîroka xwe ku têkoşîn bi fikr û felsefeya demokratîk û aştiyê kirin, waneyek e bi rêya berxwedanê ku Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş û bi dehan fermandaran ku zindan kirin cihê berxwedanê."

Tiştê ku faşîst li dijî mirovahiyê û xwezayê dikin, înkara mafê rewa yê gelê me ye. Dijminê mirovahiyê AKP`ê gelek rêbazên qirêjî kirin, mîna topbarana gorên şehîdan li çiyayên Kurdistanê û komkujî der heqê gelê me deli Efrînê pêk anîn û tecrîdeke giran li ser gelê me ferz dike.

Em soz didin gelê xwe yê berxwedêr ku em ê tecrîdê bişikînin ku ji çalakiya Layla Guven û hevalên wê dest pê kir û têkoşîna xwe biliindtir bikin heta rêber Apo azad dibe. Di kesayeta 5 hevalên şehîd de ku di vê berxwedanê de şehîd bûn, em soz didin xeta şehîdan û felsefeya Rêbertî.

Em wek meclisên malbatên şehîdan, em ê her tim li qadên têkoşînê bin û soza rêya şehîdan didin."

(jo)

ANHA