Ji şahiya mezin sozên rizgarkirina Efrînê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî

Beşdarên çalakiyên şahiya mezin a li Kobanê, tekez kir ku dê şer dewam bike heta ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk bê rizgarkirin û ew ê xebata wan heta avakirina Sûriyeyeke nenavend dewam bike.

Ji şahiya mezin sozên rizgarkirina Efrînê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî
Ji şahiya mezin sozên rizgarkirina Efrînê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî
Ji şahiya mezin sozên rizgarkirina Efrînê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî
Ji şahiya mezin sozên rizgarkirina Efrînê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî
Ji şahiya mezin sozên rizgarkirina Efrînê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî
Ji şahiya mezin sozên rizgarkirina Efrînê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî
Ji şahiya mezin sozên rizgarkirina Efrînê û avakirina Sûriyeyeke nenavendî
26 adar, 2019   12:27
KOBANÊ

Bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhliatê Sûriyê, şahiyeke mezin bi boneya têkçûna DAIŞ`ê, li Kobanê hate lidarxistin.

Di şahiyê de gelek axaftin hatin kirin. Di nav de bi navê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid axivî û wiha got: "Li vir em bi ser ketin, li vir jî di vê roja dîrokî de em li vir şahiyê çêdikin, ji destpêka ragihandina dewleta xîlafetê ve ku li ser hesabê xwîna şehîdan xwe berfireh kir, ev kabûsa ku cîhan jê ditirsiya, me şerê wê kir û bi vîna we em li pêşî derketin."

Bêrîvan wiha pê de çû: "DAIŞ têk çû û îradeya gel bi ser ket, di vê bûyera dîrokî de em soza xwe nû dikin û em ê aştî û demokrasiyê li herêman çêkin."

"Merheleyên rizgarkirinê dê heta rizgarkirina Efrînê dewam bikin"

Her wiha hevserokê MSD`ê Riyad Derar jî wiha axivî: "Ji vir ala berxwedanê bilind bû û cîhan lê matmayî kir, hevgirtin û serkeftin wekî berhemê tekoşîna gel û hêzên şoreşgerî ku mînaka yekbûna gel û çarenûsa wê da."

Derar wiha dewam kir: "Lehengiya ku YPG`ê û YPJ`ê bi QSD`ê re da, hişt ku em bigihêjin encamên mezin li Baxozê. Piştî serkeftina leşkerî li pêşiya merheleya nû, divê merheleyên rizgarkirinê heta rizgarkirina Efrînê dewam bikin."

‘Têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê dest pê kir’

Ji fermandarên QSD`ê Rojda Şiyar serkeftina QSD`ê li her kesî pîroz kir û diyar kir ku wan 5 salan şerê DAIŞ`ê kir ji Kobanê û paşê Minbic, Reqa û Şedadê.

Her wiha Rojda got: "Serkeftina îro bi saya şehîdên me ne ku dîrok bi xwîna xwe nivîsandin. Ev bûyer dîrokî ye, hêzên me DAIŞ têk birin û ji Kobanê têkçûna DAIŞ`ê destpê kir."

‘Jin bi ser ketin’

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdullah axivî û wiha got: "Dê ev serkeftin bîngeha pêkanîna projeya neteweya demokratîk li hemû Sûriyê be û dê destpêka çareserkirina aloziya Sûriyê be. Ji ber vê yekê divê hêzên li Sûriyê helwesta xwe diyar dikin."

Asya wiha domand: "Li paytexta berxwedanê Kobanê, ev roj serkeftina şoroşa azadî û xeta berxwedanê diyar dike. Ev serkeftin bi saya şehîdan pêk hat, îradeya jin li pêşiya terorê û tarîtiyê biser ket, ev serkeftin serkeftina jinên êzidî ye."

Asya şehîdên enternasyolanîst ku ji gelek dewletan hatin û şerê DAIŞ`ê kirin, bibîr anîn.

Her wiha di şahiyê de nameya fermandariya QSD`ê hate xwendin, QSD`ê serkeftin li beşdaran pîroz kir.

Di şahiyê de gelek stran ji aliyê hunermendên ku beşdarî şahiyê bûn, hatin pêşkêş kirin. Şahî dewam dike.

(jo)

ANHA