Dayikên şehîdan: Hêviyên zarokên me pêk hatin

Dayikên du şehîdên destpêkê yên Rojava ku li hemberî êrîşên çeteyên şehîd bûne, kêfxweşiya xwe bi têkçûna DAIŞ‘anîn ziman ku hêviyên zarokên wan ên şehîd bi cih hat.

Dayikên şehîdan: Hêviyên zarokên me pêk hatin
26 adar, 2019   05:30
HÊZA HESEN - HÊVÎDAR HERANÎ - KOBANÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk roja 23‘ê Adarê serkeftina mezin a li dijî çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina gundê Baxozê yê Dêrazorê ragihand. Di serî de malbatên şehîdên di şerên li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûne, hemû gelên herêmê û cîhanê keyfxweş bûn.

Têkçûna DAIŞ’ê dilê dayîkên şehîdan şad kir. Zerga Mihemed dayîka şehîd Mehmûd Kobanê û Yusra Kurdî dayîka şehîd Peyman Kobanê jî keyfxweşiya xwe ya ji bo têkçûna DAIŞ’ê ji ajansa me re vegotin.

Şehîd Mehmûd Kobanê yê di 20‘ê Tîrmeha 2013‘an, di şerê li dijî DAIŞ’ê de li gundê Kor Heso yê Kobanê şehîd bibû. Dayîka wî Zerga Mihemed wiha keyfxweşiya xwe ya ji bo têkçûna DAIŞ’ê anî ziman: “Hêviyên zarokên me bi cih hatin. Jiyaneke azad û civakeke ewle hat avakirin. Em jî îro bi saya zarokên xwe serbilind dijîn. Em piştgiriya berxwedana Leyla Guven û Rêberê Abdullah Ocalan dikin. Çawa me çeteyên DAIŞ‘ê têk birin em ê Rêber Ocalan jî azad bikin."

Şehîd Peyman Kobanê di 21‘ê Tîrmeha 2013‘an de li dijî êrîşên li ser gundê Kor Heso şehîd bû. Dayîka şehîd Peyman Kobanê, Yusra diyar kir ku ew bi keça xwe û hemû şehîdên di oxira parastina nirx û rumeta gelê xwe de şehîd bûne, serbilind e.

Yusra got: “Em silavên xwe ji şervanan re dişinin. Ez eniya wan maç dikim û serkeftinên wan ên li dijî DAIŞ‘ê pîroz dikim."

Yusra di dawiya axaftina xwe de got: "Em dayikên şehîdan soz dikin ku em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şopdarên xeta şehîdan bin."

Malbatên şehîdan dixwazin ku çeteyên DAIŞ‘ê yên girît li gel QSD‘ê, li dadgehên navdewletî û li gorî qanûnên navdewletî werin darizandin.

ANHA