ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.03.2019
26 adar, 2019   05:00

Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Wê operasyonên QSD`ê yên ji bo paqijkirina Baxozê bên şopandin.

-Dê rewşa navçeyên rojhilatê Qamişlo ku lehî lê rabibûn, werin şopandin.

-Li Girê Meştenûrê yê Kobanê bi beşdarbûna şêniyên Bakur û Rojhilat Sûriyê pîrozbahiya serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya KPC-D ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê merasîma çilrojiya şehadeta têkoşer Egîd Çêlo li Dibistana Şehîd Alan Mihemed li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan li navendên herêma Cizîrê ji bo piştgiriya berxwedêrên zindanan û şermezarkirina bêdengiya navdewletî ya ji şehadeta 4 çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên  Tirkiyê de daxuyaniyekî dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên du şehîdên destpêkê yên Rojava ku li hemberî êrîşên çeteyên şehîd bûne, kêfxweşiya xwe ya ji bo têkçûna DAIŞ‘ê anîn ziman û gotin: “Hêviyên zarokên me pêk hatin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdulhemîd Hac Derwîş bal kişand ser serkeftinên QSD‘ê û got: "Ev serkeftin ya herî mezin e lê ne ya dawî ye." Hac Derwîş bang li rejîma Sûriyê kir ku dest bi pêvajoya siyasî ya çareseriyê bike û mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên PYD‘ê şaxê Kobanê derbarê şehadeta 4 çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de daxuyaniyekî didin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Ciwanên  bajar û gundewarên Minbicê ji bo piştevaniya bi berxwedêrên di girtîgehên Tirkiyê de, meşeke mişeleyî li dar dixin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Sibe 27‘ê Adarê 4’emîn Mîhrîcana şanoyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişlo li ser dikeya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî barîna baranê bi rêjeyên baş bejahiya Dêrazorê kirasê kesk li xwe kir. Ji ber wê bûye meqseda, şêniyan ji bo seyaranê û şivanên ga û hêştiran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ava geliyê Menxelan a li gundewarên rojhilatê Reqayê, ji bo gelek cotkaran jêdara avdanê ye. Ava gelî qasî 20 hezar donim zevî têr dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA