Hemîd Hac Derwîş: Serkeftina li dijî DAIŞ`ê, serkeftineke mezin e

Ebd Hemîd Hac Derwîş da zanîn ku serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê, serkeftineke mezin e lê ne ya dawî ye. Derwîş bang li rejîma Sûriyê kir ku dest bi pêvajoya siyasî bike û mafên hemû pêkahteyan nas bike.

Hemîd Hac Derwîş: Serkeftina li dijî DAIŞ`ê, serkeftineke mezin e
26 adar, 2019   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk, roja 23`yê Adarê serkeftina li dijî DAIŞ`ê û bidawîkirina DAIŞ`ê di aliyê leşkerî de ragihand. Têkildarî mijarê sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, Ebd Hemîd Hac Derwîş ji ajansa me re axivî.

Hemîd Hac Derwîş di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ev serkeftin ne ya yekemîn e û got: “Beriya niha vê hêzê dikaribû Minbicê, herêmên Cizîrê wekî Şedadê, Til Hemîs û Til Temirê rizgar bike.”

Hac Derwîş got ew bi van serkeftinên ku hatine bidestxistin, serbilind in û wiha dewam kir: “Em bi serkeftinên ku YPG û YPJ`ê bi dest xistine, serbilind in. Herêmên me ji tundrawan û terorîstan paqij kirin. Van hêzan rastiya Kurd îspat kir. Wan parastina Sûriyê kir, ne wekî hin aliyan ku îdia kir ku ew nîjadperest û cudaxwaz in.”

Derwîş bi domdarî wiha got: “Hêzên me bi qewirandina terorîstan, îspat kir ku yekitiya axa Sûriyê xurt kirin û ne hêzên cudakar in.”

Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bi lêv kir ku ji ber kiryar û hovîtiya DAIŞ`ê, tirs li gel Kurdan çêbû û wiha domand: “Ji ber vê yekê, dema em dibêjin destê şervanên YPG û YPJ`ê sax bin, em ne badilhewa dibêjin, em bi wan serbilind in.”

‘Divê em parastina van serkeftin û destkeftiyan bikin’

Ebd Hemîd Hac Derwîş di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin û ev tişt got: “Divê em dûrî partiyetî bikevin, divê em wek Kurd û gelê Sûriyê parastina van destkeftiyan bikin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin da ku her kes tê de bijî û mafên xwe bi dest bixe.”

‘Divê rejîm bi gelê Kurd itîraf bike’

Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ebd Hemîd Hac Derwîş, di dawiya axaftina xwe de got: “Bila serokê Sûriyê Beşar Esad û rayedarên Sûriyê dengê min bibihîzin; mafên Kurdan tu zirarê nagihînin yekitiya Sûriyê, berovajî wê mafên gelê Kurd dê yekitî û hevgirtina gelê Sûriyê xurt bike. Ger we bi gelê Kurd itîraf kir, ev dê yekitiya ax û gelê Sûriyê xurt bike.”

(kc)

ANHA