Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: 3 leşkerên Rûs li Sûriyê hatine kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê  diyar kir ku 3 leşkerên wan di dawiya meha Sibatê de li Sûriyê hatine kuştin. Ew leşker ji dawiya meha Sibatê ve winda bûbûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: 3 leşkerên Rûs li Sûriyê hatine kuştin
25 adar, 2019   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro daxuyaniyek da û got: “3 leşker me di dawiya Sibatê de dema erkê xwe yê veguhestina alîkariyan ji bo Dêrazorê dibirin ketine kemîna çekdaran.”

 Wezaretê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku piştî agahiya windabûna her sê leşkeran, wezaretê bi hevkariya cîhazên ewlehiyê yên Sûriyê dest bi lêgerînê kiribûn.

Wezaretê destnîşan kir ku piştî hindek girtekên taybet nasnameya koma çekdar a ku êrîşî erebeya leşkeran kiriye piştrast kirin. Hat piştrast kirin ku ew leşker di şer de hatine kuştin.

Wezaretê tekez kir ku hêzên asmanî yên Rûsyayê bi hevkariya yekîneya operasyonên taybet, bi operasyonekê ew koma ku êrîşî leşkerên Rûsî kirine, kiriye hedef û tune kirine. Kom ji zêdetirî 30 çekdaran pêk dihat.

Wezaretê destnîşan kir ku cenazeyên her sê leşkeran ji Rûsyayê re hatine veguhestin.