Israîl gelek bargeh û navendên Hemasê yên li Xezayê rûxand

Hêzên Israîlê vê êvarê gelek nuqte, bargeh û avahiyên girêdayî Hemasê yên li Xezayê rûxandin. Di nav wan de buroya serokê buroya siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniyê jî heye.

Israîl gelek bargeh û navendên Hemasê yên li Xezayê rûxand
25 adar, 2019   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Israîlê îro bi rêzeêrîşan nuqteyên Hemasê yên li Xezayê kir hedef. Bi taybet cihên ku Hemasê jê moşek avêtine Israîlê kirin hedef.

Dazgehên çapemeniyê herêmên ku artêşa Israîlê li Xezayê heya vê kêliyê kirine hedef belav kirin. Hinek ji wan herêman ev in;

Nuqteya deryayî ya bakur rojavayê Xezayê, bargeha ewlehiya hundirîn a Hemasê li taxa El-Rîmal, seyrangeha girêdayî tugeya El-Nasir Selahdîn ku dikeve bakurê rojavayê Xezayê, zeviyên bakurê Xezayê li Bêt Lahiye, zeviyek li herêma El-Zena rojhilatê Xan Yunis, zeviyek rojhilatê bajêr Dêr Beleh li navenda Xezayê, zeviyek li herêma Sofa rojhilatê Refeh, zeviyek rojhilatê El-Mexazî li navenda Xezayê, şîrketa El-Multezêm a dabînkirinê li navenda Xezayê bi temamî wêran bûye, navenda Bêt Hanûn bakurê Xezayê, nuqteya leşkerî ya girêdayî tugeyên El-Qesam li Bêt Hanûn.

Her wiha balafirên şer avahiya ku ji sê qatan pêk dihat li taxa Sebra li Xezayê topbaran kir. Hindek gotegotên girêdayî bargehek veşartî ku cîhaza ewlehiya giştî ya Hemasê, istixbarata giştî û istixbarata leşkerî ya Hemasê bi kar tîne jî hene.

Tevî wê jî hêzên Israîlê vê êvarê buroya serokê buroya siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniye bi sê moşekan kirine hedef di encamê de buro hatiye rûxandin.