Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn

Yekîtiya Rewşenbîran a şaxê Hesekê helbestvan Seydayê Tîrêj di salvegera wefata wî ya 17’emîn de bi bîr anî.

Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn
Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn
Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn
Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn
Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn
Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn
Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn
Seydayê Tîrêj li Hesekê hate bibîranîn
25 adar, 2019   19:37
HESEKÊ

Yekîtiya Rewşenbîran a şaxê Hesekê helbestvan Seydayê Tîrêj di salvegera wefata wî ya 17`emîn de bi bîr anî. Merasima bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a li taxa Miftî hat lidarxistin. Gelek şêniyên herêma Cizîrê beşdarî merasimê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê bi navê hevserokatiya Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, endamê yekîtiyê Ebûd Mexso axivî. Mexso berhem û keda Seydayê Tirêj ji bo vejandina çand û helbesta Kurdî bi bîr xist û got: “Helbestvanê nemir, di helbestên xwe de êşên gelê Kurd vedigot.”

Paşê kurê Seydayê Tîrêj Cemal Tîrêj axivî û spasiya kesên ku bi vê çalakiyê rabûne kir û pêwîstiya parastina berhemên helbestvan, nivîskar û rewşenbîran tekez kir.

Piştî wê endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Amûdê Riyad Dirêî kurtejiyana helbestvan Seydayê Tîrêj vegot.

Piştî bidawîbûna axaftinan sînevizyonek girêdayî jiyana nemir hate pêşandan û helbestvan Salih Heydo, Ferhad Merdê û Anahîta girêdayî nemir Seydayê Tîrêj helbest vegotin.

Di dawiyê de Yekîtiya Rewşenbîran helbestvan Ferîd Cizîrî yê ku ji ber rewşa tenduristiyê nikarî beşdarî merasimê bibe xelat kir û li şûna wî keça wî Xunav Mele Ibrahîm xelat wergirt.

Helbestvan Seydayê Tîrêj ku navê wî yê rastîn Mele Nayif Hiso ye, di sala 1923`yan de li gundê  Necmok ê girêdayî kantona Qamişlo ji dayîk bûye. Nemir di nav gelek herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de geriya ye û helbestên xwe vegotine. Seydayê Tîrêj di 23`yê Adara 2002`yan çû ser dilovaniya xwe. Tîrêj bi merasîmeke girseyî li gundê Ker Keftar hate veşartin.

(şx)

ANHA