Şam: Biryara Trump binpekirina zagonan e

Wezareta Derve ya Sûriyê bersiva serweriya Îsraîlê ya li ser Colanê da û wek "Binpêkirina zagonên navdewletî" bi nav kir.

Şam: Biryara Trump binpekirina zagonan e
25 adar, 2019   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA‘yê ya ser bi rejîma Sûriyê radeyedarekî ji Wezare Derve ya Sûriyê wiha bersiva serweriya Israîlê ya li ser Colanê da: “Biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a mohrkirina serdestiya Israîlê ya li ser Colanayê binpêkirina zagonên navdewletî, peyama Neteweyên Yekbûyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ye.”

Her wiha hate gotin: "Biryara Turmp binpêkirina yekîtî û xaka Komara Sûriyê ya Erebî ye. Ne mafê Trump e ku dagirkeriya xaka xeyrî xwe bi hêzeke din dagir bike. Ev siyaseta Amerîkayê herêmê û cîhan dixe xeteriyê. Ewlehî û îstîqrara cîhanê tehdîd dike. Rizgarkirina Colan bi hemû derfetan û vegera li welatê dayikê mafeke ku nîqaş li ser nabe."

Radeyedarê Wezareta Derve yê Sûriyê got: "Gelê Sûriyê li tevahî welat hevgirtina xwe bi xelkên berxwedêr ên li Colana Sûriyê ya dagirkirî teqez dikin. Roja hevdîtina niştimanî li ser xaka Colana yê, rizgarkirina wê ya ji dagirkeran nêzîk e.”