Çalakgerên Başûrê Kurdistanê serkeftina QSD’ê pîroz kirin

Komek ji çalakgerên  Başûrê Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûr kirin û serkeftina QSD`ê  pîroz kirin.

Çalakgerên Başûrê Kurdistanê serkeftina QSD’ê pîroz kirin
25 adar, 2019   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro komek ji çalakgerên ku ji rojnameger û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê pêk dihat, serdanan nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûr kir. Şande ji hêla nûnerên rêveberiyê ên li Buroya Rêveberiya Xweser ve hate pêşwazîkirin.

Çalakgeran bi rêya nûnertiyê serkeftina şervanên QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kirin. Her wiha çalakgeran têkçûna DAIŞ`ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahiya gelê Kurdistan û cîhanê pîroz kirin.

(şx)

ANHA