El-Qeftan: Divê em dest bi pêngava tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê bikin

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ’ê, li gel pîroz kir û wiha got: “Divê gel ji bo tunekirina fikrê DAIŞ`ê proje û rêgezên bîrdoziyê deyne. Divê em dest bi pêngava tunekirina fikrê DAIŞ`ê bikin.”

El-Qeftan: Divê em dest bi pêngava tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê bikin
25 adar, 2019   05:16

ŞÎLAN MIHEMED/MINBIC

Piştî ku QSD’ê pêr (23’ê Adara 2019’an) bi awayekî fermî serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand, ji gelek aliyan nêrînên ji bo tinekirina hişmendiya DAIŞ’ê ya tundraw hatin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan jî li ser mijarê axivî. El-Qeftan bal kişand ser mekanîzmeya tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê û stratejiya partiyê ya di rakirina fikrê DAIŞ’ê de.

Di destpêka hevpeyvînê de El-Qeftan destnîşan kir ku têkbirina DAIŞ`ê nayê wateya tunebûna wê û wiha got: “Ji bo fikrê DAIŞ’ê bê tunekirin, pêwîstî bi hevgirtina beşên civakî di aliyê exlaqî û reftarî de heye.”

El-Qeftan gotinên xwe wiha domand: “DAIŞ têk çû, lê li dûv xwe fikrek tehl hişt. Em ditirsin ku ew fikr rolek di carek din vegera DAIŞ’ê de bilîze.”

El-Qeftan tekez kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo tunekirina fikrê DAIŞ`ê û xilaskirina civakê ji encamên wê fikrê bernameyek daniye û wiha berdewam kir: "Em naxwazin ku DAIŞ careke din vegere û şerê navxweyî carek din destpê bike. Wek partî bi saziyên têkildar re em ê hewl bidin ku fikrê DAIŞ`ê tune bikin. Ji bo tunekirina fikrê DAIŞ`ê divê gel proje û rêgezên fikrî deyne. Kesên ku bê proje bin, herî dawî dikeve nava projeyên kesên din. Em jî qebûl nakin ku gelê me bibe projeyên komên terorîst. Divê gelê me xwedî proje be. Em naxwazin tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê fikrê rizgar bibe, gelê me yê li Idlibê jî  encamên wê fikra bi êş dikşîne."

(şx)

ANHA