Malbatên Şehîdan ên Tebqayê: Fedekariyên zarokên me serkeftin bişkivandin

"Fedekariyên zarokên me serkeftin bişkivandin" malbatên şehîdan ên Tebqayê bi van gotinan kefxweşiya xwe ya bi têkçûna DAIŞ`ê û serkeftina QSD`ê anîn ziman. Malbatên şehîdan soza berdewamkirina têkoşînê heya rizgarkirina Efrînê dan.

Malbatên Şehîdan ên Tebqayê: Fedekariyên zarokên me serkeftin bişkivandin
25 adar, 2019   05:28
TEBQA

Pêr (23’ê Adara 2019’an) QSD’ê serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand. Daxuyanî ji aliyê Fermendariya Giştî ya QSD’ê ve li zeviya petrolê El-Umer a li Dêrazorê hat dayîn. Piştî wê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên pîrozkirina serkeftinê li dar ketin.

Her wiha QSD`ê di daxuyaniya xwe de ragihandina ku di şerê li dijî DAIŞ`ê de zêdetirî 11 hezar şehîd dane û gelek sivîlên ku bûbûn hedefa çeteyên DAIŞ`ê.

Malbatên şehîdan ên Tebqayê kêfxweşiya xwe ya bi serkeftina QSD`ê rave kirin û gotin: "Fedekariyên zarokên me serkeftin bişkivandin."

Ebdulkerîm El-Ibarhîm bavê şehîd Ehmed Ebû El-Rîş serkeftina QSD’ê li tevahiya cîhanê pîroz kir û got: “Fedekariyên kurê min û hevalên wî vala neçûn. Şerê li dijî DAIŞ`ê hîna neqediye û malbatên şehîdan dê cihê xwe di refa yekemîn ya şerê mezin a rizgarkirina Efrînê de bigirin.”

El-Ibrahîm pêwîstiya tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê tekez kir û got: "Divê oldarên ola Islamê bi rêya minber û mizgeftan cudahiyê bixin di navbera ol û tundrewiyê de."

Di dawiyê de El-Brahîm destnîşan kir ku gelên Bakurê Sûriyê bi vîna xwe li hember terorê biserket û dê çêkerê terorê jî têk bibe.

Dayîka şehîd Elî El-Hemîdê Ibtîsam El-Ibrahîm serkeftina QSD`ê pîroz kir û destnîşan kir ku QSD`ê li ser soza ku daye şehîdan ma û soza xwe anî cih.

Ibtîsam wiha berdewam kir: "Ji dema şehadeta kurê min ve ez xemgîn bûm. Lê îro ez kêfxweş, serfiraz im û bi fedekariyên wî serbilind im. Ez ê şopdarê rêya wan bim heya ku tevahiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe."

Dayîka şehîd Gîvara, Emîne Ebdulrezaq serkeftina QSD`ê silav kir û got: “Şehîd nemir in û hertim di hişê gel de zindî ne. Ji ber ku bi fedekariyên xwe ewlehî li herêmê serwer kirin.”

(şx)

ANHA