Jinên ciwan piştgirî dan berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê

Jinên ciwanên ên li Minbicê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgiriya xwe bi berxwedana Leyla Guven û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de.

Jinên ciwan piştgirî dan berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê
24 adar, 2019   17:37
MINBIC

Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê, li ber avahiya Akademiya Şehîd Hozan Can a rojavayê bajarê Minbicê kom bûn û daxuyaniyeke hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, jin li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her cure zulm û koletiyê têkoşînê dike û wiha hate domandin: " Em piştevaniyê didin daxwaza şehîda leheng Ayten Beçet ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir. Li ser vê esasî wekî jinên ciwan em komployên li ser jinan û tecrîda li dijî Rêbertî şermezar dikin, piştgiriya Leyla Guven û hemû çalakgerên grevên birçîbûnê dikin. Ayten Beçet sembola  jina berxwedêr û em ê berxwedanê bidomînin."

Piştî xwendina daxuyaniyê, dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û girtiyan û berxwedana Ocalan hatin berzkirin.

ANHA