Kurdistaniyên li Lubnanê Newrozê pîroz kirin

Bi dirûşmeya `Bi rihê Newrozê û berxwedana Leyla Guven û Zulkuf em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin` kurdistaniyên Lubnanê cejna Newrozê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Lubnanê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê Newrozê pîroz kirin
Kurdistaniyên li Lubnanê Newrozê pîroz kirin
24 adar, 2019   21:37
BEYRÛT

Kurdistaniyên Lubnanê îro Yekşemê Newroz li seyrangeha El-Dilib a herêma Multeqa El-Nehreyn pîroz kir. Bi hezaran kurdistaniyên Lubnanê û dostên gelê Kurd tev li şahiyê bûn. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Kurdî hate xemilandin.

Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê axaftin bi navên Kongreya Star Hediye Hesen, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebdulselam Ehmed, Partiya Neteweyî ya Sûrî, Konferansa Ermenî ya Cîhanî  û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin kirin. Di axaftina de Newroz û serkeftina QSD`ê li tevahiya malbatên şehîdan û şervanan hate pîrozkirin.

Ji aliyê xwe ve Hediye Hesen destnîşan kir ku gelê Kurd ji 2631` salan ve dîroka xwe zindî kir, ji Kawa Hesinkar heya Ocalan ê ku wek Kawayê serdema nûjen tê hesibandin heya berxwedana Leyla Guven, Zulkuf, Nasir û hevalên wan ên din ew berxwedanî veguheriye felsefeyekê da ku tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirina bişkîne û azadiya tevahiya girtiyan e.

Ji aliyê xwe ve Ebdulselam Ehmed bal kişand ku gelê herêmê Newrozê li gel ragihandina têkçûna terorê pîroz dikin. Ehmed destnîşan kir ku bi saya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan çawa Baxoz rizgar bû dê tevahiya Rojhilata Navîn rizgar bibe.

Piştî bi dawîbûna axaftinan hejmarek komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin jê, Koma Welatê Rojava ya stran û şano, Koma Şehîd Bêrîtan a stran, Koma Zarokên Rojava ya govendê, Koma Şehîd Eylan a govendê û Koma Şehîd Cûdî Ristem a Şano.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên hunermend Ridwan Sadiq bi dawî bû.

(şx)

ANHA