Meclisa Jinên Sûriyeyê serkeftina li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir

Meclisa Jinên Sûriyê serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ pîroz kir ku û got: "Ev serketin ji bo me jin xwedî wateyeke cûda ye, ji ber ku jin a herî zêde ku ji ber hovîtiya DAIŞ‘ê azaran kişandin. Ji bo wefedariya bi şehîdan re em soz dikin ku em ê xebata xwe dewam bikin heta tovê tundiyê ji kokê rakin."

Meclisa Jinên Sûriyeyê serkeftina li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir
24 adar, 2019   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyê serkeftina QSD‘ê yên li DAIŞ bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: " Di demekê de ku gelê me cejnên buharê ji Roja Jin, Dayikê heta Cejna Newrozê pîroz dikirin, mizgîniya serkeftinê û bidawîbûna xîlafetê, serkeftina vejînê li hemberî mirin, serkeftina ronahiyê li hemberî tarîtiyê hate ragihandin.  

Em Meclisa Jinên Sûriyê vê serkeftina mezin li gelê me yê Sûriyê, hemû mezlûm û azadîxwazan pîroz dikin û spasiya şervanên qehreman ên QSD‘ê dikin ku ev serkeftin pêk anîn. Ev serkeftin ji me jin xwedî taybetmendiyeke cûda ye, ji ber ku jin a herî zêde ku ku ji ber hovîtiya DAIŞ‘ê azaran kişand.

Ji bo wefedariya bi şehîdan re em soz dikin ku em ê xebatên xwe bidomîn ta tovên tundiyê ji kokê rabe.

Bi vê wesîleyê em bang li hemû jinan dikin ku piştgiriyê bidin hemû hewldanên çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê.

Serkeftina me wê kêm bimîne heta Efrîn, Ezaz û Babaê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê were rizgarkirin."

ANHA