Hovîtiya li Efrînê didome

Dagirkeriya Tirk li ser şêniyên Efrînê kirinên kuştin, revandin, talankirin, binpêkirin, dizîn û ferzkirina budceyan didomînin. Çeteyên Tirk gelek şênî revandine û çarenûsa hinek ji wan ne diyar e. Heman demê de ji bo çete fonê xwe peyda bikin, milkên şêniyan didizin.

Hovîtiya li Efrînê didome
25 adar, 2019   06:45
EFRÎN

Li Efrînê binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li gel bêdengiya navdewletî didomin.Çeteyên Tirk kiryarên dermirovî û derexlaqî li ser şêniyên kantonê didin meşandin.

Nerazîbûnên şêniyan yên ji bo dagirkeriya Tirk zêde dibin lê dîsa jî civaka navdewletî bê deng e û ti bertek li hember kiryarên dagirkeriya Tirk nadin.

Revandina sivîlan didome, çaranûsa hindek ji wan nediyar e

Li gorî çavkaniyê herêmî ji ajansa me re ragihandin ku çeteyên dagirkeriya Tirk hefteya derbasbûyî, şêniyê bi navê Mistefa Reşîd Osman tevî erebeya wî ji gundê Badîna yê navçeya Mabatayê revandine. Çeteyan piştî ku erebeya wî desteser kirin û 5 milyon lîreyên Sûriyê jê birin. Mistefa Reşîd Osman li nêzî gundê Şêx ê berdan. Tevî wê jî şêniyê bi navê Mihemed Ehmed û Hisên Dehdo revandin û 200 hezar lîreyên Sûriyê wek fîdye ji malbatên wan xwestin.

Ji aliyekî din şêniyên bi navên Mihemed Umer û Hesen Hemîd ên ji gundê Komreşê ne ji beriya salekî ji aliyê çeteyên Tirk ve hatine revandin, heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Li gorî hindek çavkaniyan her du şênî li girtîgeha çeteyan a li Meydan Ekbezê tên girtin.

Her wiha şêniyê bi navê Nûrî Ibrahîm ê 40 salî ku ji gundê Qirigulê yê navçeya Bilbilê ye, ji meha Nîsana borî ve hatiye revandin û ti agahî jê nayê girtin.

 Çete bi budçeyên ku zorê ji gel distînin, fonên xwe peyda dikin

Dagirkeriya Tirk di êrîşên li ser kantonê de çete bi kar anîn. Ji bo karanîna çeteyan fonên mezin pêşkêş kirin. Lê piştî dagirkirina Efrînê bi demekê kin, dagirkeriya Tirk fon li ser çeteyan qut kir û wan teşwîqê talankirina milkên şêniyan kirin. Çete jî niha ji bo fonên xwe peyda bikin, pereyan ji şêniyên Efrînê yên resen distînin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk, dem de ji her malbateke Efrînî budceyên di navbera 25 hezar heya 45 hezar lîreyên Sûriyê distînin. Da ku fonên xwe peyda bikin.

Qutkirina daran berdewam e û dizîn bûye pîşeya çeteyan

Li gorî çavkaniyekî, çeteyên dagirkeriya Tirk darên li daristanên deştên Qerebaba yên navçeya Recoyê, Goristana Şêx Derwîş (ya Êzidî) qut kirine. Heman demê de darek berû temenmezin li goristana gundê Çiya qut kirine.

Di nav rêzetalankirina milkên şêniyan de, çeteyan 23 teneke zeyta zeytûnê ji şêniyê bi navê Mihemed Osman ê ji gundê Qude yê navçeya Recoyê dizîne.

Li gorî Navenda Hiqûqnasên Sûrî yên ji bo parastina Efrînê, ji dema dagirkirina Efrînê ve 3 hezar sivîl hatine revandin. Her wiha 50 jin hatin revandin û 55 jin rastî tecawîzê hatine.

(şx)

ANHA