El-Ezm El-Selb: Em têkoşîna hevbeş bi QSD‘ê re bidomînin

Fermandarê Hêzên Erka Hevbeş a Operasyona El-Ezm El-Selb, Paul Lacamira ku yek ji rayedarên artêşa DYA‘yê ye bi daxuyaniyekê serkeftina QSD‘ê silav kir.

El-Ezm El-Selb: Em têkoşîna hevbeş bi QSD‘ê re bidomînin
23 adar, 2019   20:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Hêzên Erka Hevbeş a Operasyona El-Ezm El-Selb, Paul Lacamira ku yek ji rayedarên artêşa DYA‘yê ye bi daxuyaniyekê serkeftina QSD‘ê silav kir. Daxuyanî li ser rûpela Twitterê ya Hêzên Erka Hevbeş a Operasyona El-Ezm El-Selb ê hat weşandin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin "Koalîsyon, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser rizgarkirina sivîlan ji DAIŞ‘ê û hilweşandina xîlafetê li geliya çemê Firata Navîn, di 23‘ê Adara 2019‘an pîroz dike. Bidawîbûna xîlafetê serkeftineke leşkerî ya dîrokî ye, vê erkê Koalîsyona herî mezin di dîrokê di nava xwe de kom kir. Lê DAIŞ û tundî hîna neqedyaye.

Pêwîste em kesên ku di şerê li dijî DAIŞ‘ê de canê xwe feda kirine bi bîr bînin. Di pêngava ku 4 salan dewam kir de bi hezaran şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û endamên Hêzên Ewlehiya Iraqê şehîd bûn. Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Divê em endamên Koalîsyona Navdewletî ku di şerê li dijî DAIŞ‘ê canê xwe feda kirin ji bîr nekin. Şervanên Koalîsyonê  û hêzên hevbeş berjewendiyên welat li ser berjewendiyên xwe yên kesayetî re girtin û cîhan ji xeteriya DAIŞ‘ê parastin. Divê em hertim lehengiya wan bi bîr bînin.

Koalîsyona ku ji 74 dewletan û 5 rêxistinên cîhanê pêk tê divê ji her êrîşên rêxistina ku belav bûye, hişyar bin.

Divê em şaş nebin, DAIŞ‘ê dixwaze hêza xwe biparêze û hewl dide ferdên xwe yên mayî biparêze. Li kampan û herêmên xîzan li benda fersendekê ye ku vê yekê pêk bîne.

Di nava gelek sivîlên ku ji Baxoza Jorîn hatin derxistin, malbatên terorîstên DAIŞ‘ê hebûn, ku îdeolojiya DAIŞ‘ê pejirandine û bi hesanî îdeolojiyê bernadin. Madem dê ew kes tevlî civakê werin kirin, kedeke mezin ji civaka navdewletî û Koalîsyonê tê xwestin ku nehêle DAIŞ careke din derkeve.

Koalîsyon dê karê xwe erka xwe ya bi şirîkên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bidomîne. Dê destekê bide wan da ku DAIŞ careke din xwe zindî neke. Her wiha em ê giraniyê bidin têkçûna îdeolojiya DAIŞ’ê."