Fermandariya Navendî ya DYA’ê serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir

Fermandariya Navendî ya DYA’ê serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir
23 adar, 2019   22:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê fermandariya Navendî ya Amerîkayê Joseph Fotill bi daxuyaniyekê serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê silav kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna hevpar a li hemberî DAIŞ‘ê dewam bikin.

Fermandarê fermandariya Navendî ya Amerîkayê Joseph Fotill bi daxuyaniyekê serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê silav kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna hevpar a li hemberî DAIŞ‘ê dewam bikin. Daxuyanî li ser malpera fermî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê hate weşandin.

Di daxuyanî de hate gotin, "Fermandariya Navendî ya Amerîkayê serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî DAIŞ‘ê silav dike. Rêgeza zelal a operasyona encamên kedeke ku bi salan hate kirin  û di hawirdoreke pir zehmet bi serkêşiya şirîkên me yên Îraqî û Sûrî û desteka hevpar a hêzên El-Ezm El-Selb a ji gelek nasnameyan ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serkêşiya wê dike pêk hat. Em berxwedaniya keç û xortên li dijî DAIŞ‘ê şer kirine, silav dikin. Em ji ber windahiyên sivîlan xemgîn in. Bi kedeke hevpar  zêdeyî milyonek sivîl ji hovîtiya DAIŞ‘ê rizgar bûn. Em dizanin ku şer hîna bi dawî nebûye, em ê li ser soza xwe bin û têkoşîna li dijî bermahiyên DAIŞ‘ê bidomînin."