Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk

Nivîskar û rewşenbîrên Efrînê tevî hindek nivîskarên entersyonalîst ku bûne şahidê Berxwedana Serdemê, berxwedana şêniyên Efrînê û şervanên YPG û YPJ`ê ya 58 rojan de di 13 pirtûkan de rave kirin.

Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
Nivîskarên Efrînê Berxwedana Serdemê kirin pirtûk
23 adar, 2019   19:25

ŞEHBA

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê pirtûkên cihereng girêdayî Berxwedana Serdemê derxistin.

Yekîtiya Rewşenbîran a Efrînê îro şahiya imzekirina pirtûkan bi tevlibûna nivîskaran û hejmarek ji rewşenbîran, tevî nûnerên Rêveberiya Xweser û mamosteyan organize kirin.

Naverokên pirtûkan berxwedana Efrînê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bi helbest, roman û serpêhatiyan vegotin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Efrînê Heysem Mistefa axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Mistefa  qala kedên nivîskar û rewşenbîrên Efrînê ji ber xebatên wan kir.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Osama Ehmed jî got: "Ev meh; meha agirê Newrozê, meha Helebçe, meha serhildanê û Efrînê ye. Nivîskarên Efrînê vê mehê dê bikin meha şoreşa pênûsan, agirê Newrozê dê bibe Newroza fikr û wêjeyê."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Fedarsyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Yûsif qala rola rewşenbîr û nivîskaran di ravekirina berxwedana Efrînê de ya 58 rojan tevî şert û mercên koçberiyê, kir. Hediye diyar kir ku xebatên rewşenbîran cihê rêzdariyê ye.

Piştre pirtûk hatin pêşkêşkirin û nivîskaran pirtûkên xwe mohr kirin.

Serenavên pirtûkan û navên nivîskaran wiha ne; Helebestên Zeytûnê- Entersyonalîst, Kurd-Mihemed Xeyrdîn El-Esedî, Serpêhatiyên Yesamîn-Kewser Hesen Cafer, Diyaloga Dawî-Mihemed Beko, Dengvedana Lêlûn-Komek nivîskar, Min di xewna xwe de dît-Osama Xelîl Ehmed, Rastiya Efrînê-Xelîl Musa, Berxwedanistan-Mîdiya Berekat, Romana Pakrawanên Kurd-Merwan Berekat, Ji bin siya Evînê-Mihemed Welîd, Strana Berê Xewê-Hemûdê Ebdo, Xeltiken Reş û Êş-Muhyedîn Ersalan, Efrîn Name-Zozan Mihemed.

(şx)

ANHA