Balafirên Rûsyayê bajarokê Kefrêya topbaran dike, kuştî û birîndar hene

Balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Kefrêya yê Idlibê topbaran kir. Çavkaniyan got ji duh ve balafiran 6 caran topbaran kir û tekez kir ku herî kêm 6 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Balafirên Rûsyayê bajarokê Kefrêya topbaran dike, kuştî û birîndar hene
23 adar, 2019   10:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Idlibê bakur rojavayê Sûriyê diyar kir ku ji duh ve balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Kefrêya yê li bejahiya Idlibê topbaran dikin. Di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyan tekez kir ku topbaran heta niha didome.

Li ser hevpeymana Rûsya û Tirkiyê, hêzên rejîma Sûriye û Îranê sala çûyî ji bajarokê Kefrêya û El-Foeyê vekişiyabûn.

(jo)

ANHA