Dîmenên çalakiya gerîla ya li dijî qereqola Bêzelê hatin weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîlayên YJA Starê ya 11’ê Adarê li dijî leşkerên li Girê Sîvrî yê herêma Bêzelê ya navçeya Şemzînan a Culemêrgê weşandin.

Dîmenên çalakiya gerîla ya li dijî qereqola Bêzelê hatin weşandin
23 adar, 2019   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenên çalakiyê Gerîla TV weşandin. Di dîmenan de xuya dike ku dema leşker li dor klubeya (kozik) nobedê û derdora wê kom dibin, çalakî pêk hatiye.

HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da:

“11`ê Adarê saet di 10:15’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li Girê Sîvrî yê herêma Bêzelê ya navçeya Şemzînan a Culemêrgê çalakiyek kir. Di çalakiyê de quleya nobedê, leşkerên li derdora wê kom bûbûn, bi xurtî hate lêxistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi hewan û obusan qad ketober bombe kir û saet derdora 20:00’an bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji gir rakirin.”