Li Heqil Umer bûyereke dîrokî pêk tê

Îro li Heqil Umer a Dêrazorê cîhan li hêviya bûyereke dîrokî ye. Ew jî ragihandina têkçûna DAIŞ`ê ye. Fermandariya Giştî ya QSD`ê dê daxuyaniyekê bide.

Li Heqil Umer bûyereke dîrokî pêk tê
Li Heqil Umer bûyereke dîrokî pêk tê
Li Heqil Umer bûyereke dîrokî pêk tê
Li Heqil Umer bûyereke dîrokî pêk tê
Li Heqil Umer bûyereke dîrokî pêk tê
23 adar, 2019   10:18

DÊRAZOR

Tevahî cîhan li hêviya daxuyaniya QSD`ê ye ku tê de têçûna DAIŞ`ê bi temamî ragihîne.

Daxuyaniya Fermandariya QSD`ê dê li Heqil Umer a Dêrazorê were dayîn.

Li qada ku daxuyanî dê lê were dayîn, wêneyên şehîdên ku di pêngavên QSD`ê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûne, hatine daliqandin. Fermandar û şervanên QSD`ê, berpirsên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî û rûspî û şêxên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê beşdarî xwendina daxuyaniyê bibin.

Tê payîn ku daxuyanî di nava çend saetên pêş de were dayîn.

(bx)

ANHA