Serokwezîrê Iraqê serdana Misrê kir

Duh serokwezîrê Iraqê Adêl Abdulmehdî di derketina xwe ya yekem a hilgirtina berpirsiyariyê de derveyî Iraqê serdana Misrê kir.

Serokwezîrê Iraqê serdana Misrê kir
23 adar, 2019   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke hikumeta Iraqê ragihand ku serokwezîr Adêl Abdulmehdî tevî şandeyek hikumetê di serdana xwe ya yekem de ji dema ku erka berpirsyariya fermî hilgirtiyê ve bi vexwendnameyeke fermî berê xwe da paytexta Misrê Qahîreyê.

Çavkanî bal kişand ser ku Abdulmehdî dê bi serokê Misrê Abdulfetah El-Sîsî û serokwezîr Mistefa Medbolî re têkiliyên geşkirinê der barê her du welatan de guftûgo bikin, bi taybet dosyeya aborî. Her wiha dê dosyeya hevkariya îstixbarata di şerê li dijî terorê jî nîqaş bikin.

Çavkaniyê diyar kir ku dê di lûtkeya sêalî de Abdulmehdî û El-Sîsî bi qralê Urdunê Abdullahê duyemîn re yê ku serdana Qahîrayê di dema serokwezîrê Iraqê li wir de ye bike, li hev bicivîne.

Der barê serdana serokwezîrê Iraqê ya Misrê de berdevkê serokatiya Misrê Besam Radî jî wiha got: “Serokê Misrê vê sibehê di Qesra Yekitiyê de birêz Adêl Abdulmehdî pêşwazî kir."

(fr)