Ji KCK’ê banga xwedîderketina li bîranîna Ugur Şakar

KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Ugur Şakar bi bîr anî ku li bajarê Krefeld ê Almanyayê xwe şewitandibû. KCK’ê wiha got: “Divê gelê me xwedî li bîranîna Ugur Şakar derkeve û têkoşînê geştir bike.”

Ji KCK’ê banga xwedîderketina li bîranîna Ugur Şakar
23 adar, 2019   09:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Krefeld ê Almanyayê Ugur Şakar di 20’ê Sibatê de xwe şewitandibû. Şakar di 22’yê Adarê de dema tedawî bûbû, şehîd bû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Ugur Şakar bi bîr anî. Di peyama KCD’ê de wiha hate goti:

“Di salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de welatparêzê hêja Ugur Şakar xwe şewitand û di roja Newrozê de şehîd bû. Em li ber bîranîna Şakar kemberbest dibin û em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wî pêk bînin. Em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî li bîranîna wî derkevin û têkoşîna wî geştir bikin.

Ugur Şakar zarokekî welatparêz ê Dêrsimê ye. Hevrêyê Mazlûm, Sakîne û Zulkuf Gezen e. Wekî bi sed hezaran Kurdan, Şakar jî neçar maye ku li sirgunê bijî. Bi tevlêbûna xurt a di nav têkoşîna azadiyê de xwestiye tola vî tiştî bistîne.

Wateya xweşewitandina welatparêzê hêja Ugur Şakar mezin e. Li Almanyayê Ronahî û Bêrîvan jî li hemberî Almanya û welatên ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê, bi çalakiya xwe peyameke xurt dabû. Ji ber ku em dizanin bi alîkariya Almanyayê tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li ser pêyan dimîne.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi desteka xwe ya bi taybet Almanya û Ewropayê digire, bi wê cesaret êrîşî gelê Kurd dike, tecrîdê li ser Rêbertiya wê dike û gelê Kurd qir dike. Eger Almanya û dewletên Ewropayê destekê nedin desthildata AKP-MHP’ê ev desthilata qirker û faşîst wê nikarîbûna ev qas sal xwe li ser lingan bigirta. Çalakiya Ugur Şakar rexne û çalakiyeke mezin a li dijî desteka Almanya û Ewropayê ya li dijî polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan e. Her wiha bang e ji bo Kurdan û dostên wan ji bo bilindkirina têkoşînê.

Gelê me xwedî li bîranîna ewladê xwe Zulkuf Gezen û Ugur Şakar derketin û Newroza 2019’an bi awayekî topyekûn kirine Newroza berxwedanê, bersiveke mezin dane dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê a qirker û hevkarên wê. Ev Newroz bi pêşengiya Zulkuf Gezen û Ugur Şakar û bi hezaran berxwedêrî ji niha ve mizgîniya serkeftina pêngava ‘Tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ daye. Gelê li ser xeta van ewladên xwe yên ji bo Rêbertiya xwe û azadiya gelê xwe bê ku gav bi şûn de biavêjin, canê xwe bexşandine, meşîn û berxwedanê bilind bikin, wê bi teqez bi ser bikevin.”