HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Avaşîn û Çarçellayê şehîd bûne eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 gerîlayên ku di navbera 1'ê Îlonê û 17'ê Hezîranê de li Avaşîn û Çarçellayê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Avaşîn û Çarçellayê şehîd bûne eşkere kir
23 adar, 2019   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG'ê şerê 1'ê Îlona 2018'an a li qada Çarçela ya dema operasyona hêzên dagirker ên Tirk bi bîr xist û got, ''Hêzên dagirker her wiha qada şer bi rengekî zêde bi teknîkê bombe kirin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Di vî şerî de û di bombekirinan de fermandarê me yê eyaleta Cîloyê Bager Bitlîs (Fatîh Ozden)  û hevalên me Berfîn (Azîme Taşkan), Reşît (Yilmaz Guney Çokmez) û Welat (Erdal Guzelgul) şehîd bûne.''

HPG'ê her wiha diyar kir 17'ê Hezîrana 2018'an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê, herêma Avaşînê bi êrîşên hewayî bombe kirine û hate gotin, ''Di van êrîşan da hevalên me Endama Fermandariya Eyaleta Avaşînê Ronya Kars (Gulay Sapanli) û Zelal (Kabile Rûkiyye Tayyîpzade) şehîd bûne.''

HPG'ê sersaxî da malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê û soz da ku ''tola her şehîdî wê were hilanîn''.

Di daxuyaniyê de wiha hate  gotin: ''Li ser van xakan ku mêtinger dixwazin ti tiştekî têkilî mirovahiyê neyê hiştin, em şehîdên xwe yên leheng ku ji bo rûmeta mirovahiyê şer dikin û ji bo ku gelê Kurdistanê bigihije jiyana azad a ku heq dike, xwe feda dikin, bi hurmetdarî bi bîr tînin. Di şexsê Fermandar Bager de ku beriya bi 27 salan li ser xaka Amedê dest bi rêveçûna xwe ya gerîlatiyê kirî, em soz didin hemû şehîdan, bîranînên wan bi serfiraziyê tacîdar bikin. Peywira me hemû hevrêyên mayî ye ku xwîna hevalên Bager, Ronya, Berfîn, Reşît, Welat û Zelal li erdê nehêlin û tola wan hilînin, ku her yek jê ji devereke dî ya Kurdistanê hatibûn û li ser xeta jiyana azad a Rêber Apo bûbûn yek,  Bi vê çarçoweyê di serî de malbatên hêja yên şehîdên me, serê hemû gelê Kurdistanê yê niştiminperwer sax be, em bang li ciwanên Kurdistanê yên leheng dikin ku werin mekanê şehîdan, çiyayên azad.''

Li gorî daxuyaniyê nasnameyênê şehîdan wiha ye:

*****

Nasnav: Bager Bedlîs

Nav û paşnav: Fatîh Ozden

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dayikê: Kadriye

Navê bav: Halîl

Cih û dîroka şehadetê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an

*****

Nasnav: Berfîn Çiya

Nav û paşnav: Azîme Taşkan

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dayikê: Şukriye

Navê bav: Osman

Cih û dîroka şehadetê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an

*****

Nasnav: Reşît Piling

Nav û paşnav: Yilmaz Guney Çokmez

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dayikê: Fadîle

Navê bav: Mahmût

Cih û dîroka şehadetê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an

*****

Nasnav: Welat Serhat

Nav û paşnav: Erdal Guzelgul

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Navê dayikê: Sabîha

Navê bav: Metîn

Cih û dîroka şehadetê: Çarçella- 1’yê Îlona 2018’an

*****

Nasnav: Ronya Qers

Nav û paşnav: Gulay Sapanli

Cihê jidayikbûnê: Qers

Navê dayikê: Cemîle

Navê bav: Kadîr

Cih û dîroka şehadetê: Avaşîn- 17’ê Hezîrana 2018’an

*****

Nasnav: Zelal Newal

Nav û paşnav: Kabîle Rûkiye Tayyîpzade

Cihê  jidayikbûnê: Selmas

Navê dayikê: Perîzad

Navê bav: Îzzettîn

Cih û dîroka şehadetê: Avaşîn- 17’ê Hezîrana 2018’an