Girtiya siyasî Ayten Beçet şehîd bû

Li zindana Gezeyê ya Tirkiyê Ayten Beçet çalakiya fedaî pêk anî û şehîd bû.

Girtiya siyasî Ayten Beçet şehîd bû
23 adar, 2019   09:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Girtîgeha Gebzeyê ya Tirkiyê girtiya siyasî Ayten Beçet, da zanîn ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakiya fedaî pêk bîne û şehîd bû. Hate zanîn ku cenazeyê Ayten Beçet îro serê sibê bi erebeya cenazeyan ji girtîgehê hatiye derxistin.

Piştî ku bûyer hate bihîstin, parêzer çûn ber girtîgehê. Her wiha tu agahî nehate dayîn bê ka cenaze birine ku derê.