`Serkeftina bê ya Efrînê ye’

Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê serkeftina QSD`ê ya li hember DAIŞ`ê pîroz kir û wiha got: "Ev serkeftin ne tenê li dijî DAIŞ`ê ye, ew serkeftin li dijî hemû aliyan e ku piştgiriya DAIŞ`ê kirin û di serî de Tirkiye ye."

`Serkeftina bê ya Efrînê ye’
23 adar, 2019   08:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) serkeftina li dijî DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Der barê mijarê de Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê daxuyaniyek da û hêvî kir ku serkeftina bê ya Efrînê ye.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî salên ji zilm, nezanî, kuştin û talankirinê û her tiştê li dijî nirxên mirovahî, exlaq û olan, ala DAIŞ`ê ya reş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xwar. Piştî ku li gelek herêman hatibû hildan, DAIŞA ku dixwest xîlafeta xwînmij û rehmê li zarok, jinan û temen mezinan nedikir. Serkeftin serkeftina nirxên demokrasî, azadî, jiyana hevbeş û biratiya gelan e.

Îro, jiyan careke din li xakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegeriya, bi rihên zer tê xemilandin, rengê reş êdî qediya. DAIŞ’a ku dixwest projeya demokratîk ku bi hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê pêk hat, bi bin bixe.

Serkeftina ku QSD`ê bi hemû koman û di serî de YPG û YPJ`ê û bi alîkariya hêzên koalîsyonê ku DYA bi rê ve dibe, pêk anî. Ev serkeftin ne tenê serkeftina li ser DAIŞ`ê ye, ew serkeftina li ser hemû aliyên ku desteka vê rêxistinê kirin û ew bi awayekî veşartî û vekirî û bi hemû awayî piştgiriya wan kirin, di serî de Tirkiye ye. Her cara ev rêxistin li ser destê QSD`ê têk diçû, Erdogan derdiket û daxuyaniyên nû ku gef li hêzên me dixwarin, didan û tawana terorê li QSD`ê dikir.

Paqijkirina xîlafeta nezaniyê û kuştinê ji demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêza îradeya pêkhateyên vê herêmê dide diyarkirin. Her wiha girêdana wan bi Rêvberiya Xweser ku bûye mînaka ewlehî, aştî û demokrasiyê û mînaka çareseriya pirsgirêkên Sûriyê ye.

Em wek Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê, em QSD`ê û di serî de YPG`ê û YPJ`ê pîroz dikin. Her wiha hêzên koalîsyonê bi vê serkeftina mezin pîroz dikin, em hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên li Sûriyê û herêmê û cîhanê ji ber xetereya rêxistina terorê ne tenê li ser herêmê hebû, ew li hemû cîhanê hebû, em şehîdên ku canê xwe feda kirin da ku tarîtiya terorê rakin, bi bîr tînin ku wan şehîdan cîhan rizgar kir.

Em soza rêya şehîdan nû dikin ku em ê li ser rêya wan bin û parastina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijî hemû rêxistinan bikin û soza israra wê heta rizgarkirina Efrînê ji faşîzma Tirkiyê didin."

(jo)

ANHA