Nûçeya rizgarkirinê ya Dilîşan, Hogir û Rizgar e

"DAIŞ şikest, tarîtî û tirs ji holê rabû û Dêrazorê ronî bû, bi hezaran sivîl ji zilma çeteyan rizgar bûn." Gelek gotinên mîna van ku balê dikişînin ser rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ‘ê, diviya bû ku bi destê hevalên me yên Rizgar Denîz, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed hatibana nivîsandin û ragihandin.

Nûçeya rizgarkirinê ya Dilîşan, Hogir û Rizgar e
23 adar, 2019   07:25

DIYAR EHMO – HOGIR NECAR / DÊRAZOR

 Ji bo nivîsandina vê nûçeyê pêwîstî bi hêzekê heye, ji ber ku diviyabû ev nûçe yan ku mizgîniya şikandina DAIŞ û hilweşandina "xîlafetê" bi destê 3 stêrkên rûken hevreyên me yên şehîd; Rizgar Denîz, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed hatibana nivîsandin û ragihandin.

Hevalên me yên şehîd Rizgar, Dilîşan û Hogir ji rojnamevanên destpêkê bûn ku bi destpêka ragihandina pêngava Bagera Cizîrê di Îlona 2017‘an de ji aliyê QSD‘ê ve berxwedana şervanan û rizgarkirina bi sed hezaran sivîlên Dêrazorê bi kamera û pênûsa xwe bi belge dikirin û radigihandin. Beriya wê jî pêngavên rizgarkirinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrikê heta Reqayê pêk hatine jî şopandin.

Hevokeke ku hevalê me Rizgar her tim ji me re parve dikir; "Heya ji min were ez ê xwe biparêzim, lê ji bo vî gelî û ragihandina kurdî wêneyek be ku rewşê bide guhertin, bêyî ku ez bifikirim ez ê canê xwe feda bikim." Belê Rizgar heta dawiyê li ser vê gotinê ma û di oxira ragihandina dengê rastiyê de şehîd bû.

Di 12’ê Cotmeha 2017’an de, saet di 18:30‘an de, çeteyên DAIŞ li ser rêya Xerafî ya di navbera Dêrazor û Hesekê de du erebeyên bombebarkirî di nav welatiyên sivîl de ku ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin, teqandin. Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz rewşa li wir dişopand. Di encama teqînê de Dilîşan Îbiş şehîd ket û her du nûçegihanên din Hogir Mihemed û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibin. Tevî hemû xebatên bijîşkan di 14’ê Cotmehê de nûçegihan Hogir Mihemed jî şehîd ket. Lê nûçegihan Rizgar Denîz di nexweşxaneyên Hesekê û paşê Qamişlo û paşê Şamê hat dermankirin. Di şeva 18’ê Kanûna 2017‘an de tevî hemû hewldanên bijîşkan hevalê me Rizgar Denîz jî şehîd bû.

Hilweşandina "Dewleta Xîlafetê"

Piştî şehadetê her sê hevreyên me Dilîşan, Hogir û Rizgar, nûçegihanên me xeta wan domand, pênûs û kameraya wan rakir û nobeta şopandina serkeftinên QSD‘ê yên li dijî terorê DAIŞ‘ê kir. Nûçegihanên me pêngavên rizgarkirinê di hemû aliyên wê de, rizgarkirina sivîl û herêman, hovîtiya çeteyan û lehengiya şervanan de şopandin.

Nûçegihanên me, bi çav û nivîsên hevalên me yên şehîdên qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê ku 11‘ê Îlona 2018‘an de dest pê kir, heta roja dawîn a ragihandina rizgarkirina tevahî xaka Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê, bi belge kirin.

Lewre tenê em dikarin bibêjin ku gotinên dawîn ên li ser rizgarkirinê wekî "Deweta xîlafetê hilweşiya, tarîtî ji holê rabû, rojeke nû ji azadiyê dest pê kir, gelê herêmê bi yekitiya xwe hêza herî tundraw têk bir" diviyabû li ser zimanê hevalên me yên şehîd hatiba ragihandin…

(bb)

ANHA