Pirsgirêka zewicandina bi darê zorê çareser dibe

Jinan di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de gelek kevneşopên paşverû yên civakê şikandin ku yek ji wan jî pirsgirêka zewicandina bi darê zorê ye.

Pirsgirêka zewicandina bi darê zorê çareser dibe
23 adar, 2019   07:36
QAMIŞLO-ŞIHAB EL-EHMED

Mala Jinan a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di destpêka 2016‘an de bi armanca çareserkirina pirsgirêkên jinan hate vekirin. Mala Jinan bûye meqseda jinên li navçeyê û ji roja hatiye vekirin û heta niha bi sedan pirsgirêkên girêdayî zewicandina bi darê zorê, mîras, cudabûn û hwd çareser kirin.

Pirsgirêka "heyar" anku veqetandina keçan ji bo kurê apê wê dema zarok bin, paşê jî bi darê zorê têne zewicandin, herî zêde di civaka eşîrên ereb de bi pêş ketiye. Ev yek bû sedema aloziya jinan û parçekirina malbatan.

Bi armanca rêgirtina li ber vê pirsgirêkê Mala Jinan û Kongreya Star li navçeya Til Hemîsê xebateke mezin meşand û bi rêya semîner, serdana malbatan û belavkirina qanûnên jinan hewl didin koka vê pirsgirêkê rakin.

Rêveberiya Mala Jinan a Til Hemîsê Zehiya Celûd li ser vê mijarê wiha got: "Me dikarî gelek pirsgirêkên jinan, bi taybet pirsgirêka heyarê çareser bikin."

Zehiya mînakeke ji vê pirsgirêkê ku radestî Mala Jinan bû, wiha anî ziman: "Bavê 7 keç ku kurên apên wan nedihişt ku bi hinek din re, ji bilî wan, bizewicin hate Mala Jinan. Bavê keçan digot keçên min zanîngeh xilas kirine, piştî ew qas perwerde û westandinê ez wan nadim kurên apên wan, ji ber ku zewicî ne û zarokên wan hene."

Zehiya Celûd anî ziman ku Mala Jinan û Koordîneya Kongreya Star serdana malbatên kurên apê wan keçan kir û pirsgirêk bi hevkariya rûspiyan çareser kir.

(bb)

ANHA