‘Em amadene ji bo rizgarkirina Efrînê berdêlan bidin’

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê piştgiriya xwe bi Efrînê re anîn ziman û gotin, ji bo rizgarkirina Efrînê berdêl çi be bila bibe ew amade ne bidin.

18 adar, 2019   20:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Heleb

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin. Şêniyên ku tevlî meşê bibûn nêrînên xwe ji me re pareve kirin û anîn ziman ku ew bi hêza şervanên xwe YPG û YPJ‘ê bawer in û dê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê mezin bikin.

Jina ciwan a bi navê Ceyla Misto dagirkirina Efrînê şermezar kir û wiha got: “Em ciwanên şoreşger nameyekê ji dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê re dişînin û dibêjin siyasetên wê yên qirêj li dijî şêniyên Efrînê wê bi ser nekeve. Em ê heta rizgarkirina Efrînê tê bikoşin."

Jina bi navê Fatima Îbiş jî anî ziman ku ji bo rizgarkirina warê zeytûnê berdêl çiqas giran be ew amade ne bidin.

Jina bi navê Mewlîda Nûrumer jî got: "Bila dagirkeriya Tirkiyê baş bizanibe ku em xwediyê vî erdî ne, xwedî hêz û îrade ne û serkeftin bi teqez nêzîk e."

Serêkaniyê

Hevserokê Herêma Serêkaniyê Luqman Îsa got: "Gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da bêyî ku yek gav paş de bavêje an jî destekê ji dewletekê bixwaze. Ji ber ku îradeya wan xurt bû. Berxwedana Serdemê ku cîhan matmayî kir hêjayî bû ev nav lê were kirin. "

Îsa destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye bi hemû derfetên xwe piştgiriya gelê Efrînê bike da ku li warê xwe vegere û got: “" Em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bibin mertal."

Luqman Îsa, di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên mafên mirovan ên cîhanî kir ku ji binpêkirinên dagirkeran ên li Efrînê re bêdeng nemînin û di zûtirîn demê de dagirkeran ji Efrînê derxînin.

Hevseroka navçeya Serêkaniyê Fadiya Îbrahîm dagirkirina Efrînê bi bîranîneke bi êş bi nav kir û destnîşan kir ku gelê Efrînê wekî darên zeytûnan bi xaka xwe ve girêdayî  ne û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwe dan.

Hevserokê navçeya Serêkaniyê Ferec Mihemed dagirkirina Efrînê şermezar kir û anî ziman ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê bikin û tola şehîdan hilînin.

(şx)

ANHA