Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Goristana Şehîdan a Helebçeyê kir

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro çûne parêzgeha Helebçe ya Başûrê Kurdistanê. Şandeyê serdana Goristana Şehîdên a Helebçeyê kir.

18 adar, 2019   20:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro çûne parêzgeha Helebçe ya Başûrê Kurdistanê. Şandeyê serdana Goristana Şehîdên a Helebçeyê kir.

Endamên şandeyê komkujiya Helebçeyê ya ku 5 hezar şênî têde hatin qetilkirin û bi hezaran jî birîndar bûn şermezar kirin.

Her wiha şandeyê destnîşan kir ku salek li ser dagirkirina Efrînê re derbas bûye û got: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di nav bêdengiya navdewletî de binpêkirinên dermirovî li ser şêniyên Efrînê û xwezaya wê pêk tînin.”

Şandeyê diyar kir ku divê hemû hêz û aliyên Kurdî li rex berxwedanê rawestin û helwestê nîşanî dagirkeriyê bikin.