Li Efrînê du teqîn

Çavkaniyên taybet ji Efrînê ragiandin ku îro li Efrînê û gundewarê wê du teqîn çêbûne. Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Li Efrînê du teqîn
18 adar, 2019   19:38

EFRÎN

Çavkaniyên taybet ji Efrînê ji ajansa me re ragihandin ku beriya niha li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê teqînek rû daye.

Her wiha çavkaniyan tekez kirin ku teqînek din di saet 16:30`an de li gundê Tirindê yê girêdayî bajarê Efrînê pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyan di her du teqînan de kuştî û birîndar hene. Lê hêjmara bi zelalî nahatine zanîn. Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rêyên sereke yên bajêr girtine, derdora çarxerêya Newroz û gundê herêma Cindirêsê dorpêç zêde bûye.

Her du teqîn bi rasthatina salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê  re rû dan.

Heya vê kêliyê ti aliyan teqîn negirtine ser xwe.

(şx)

ANHA