Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên gundê El- Hikmiye yê Reqayê cenazeye endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Şehîd Hisên El- Ewde (Harûn) li Goristana Şehîdan a gundê El-Hikumiyê spartin axê.

Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
Şehîd Harûn li Reqayê hat oxirkirin
18 adar, 2019   17:33

REQA

Bi sedan şêniyên herêmê, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, şervanên QSD`ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî endamên Mala Jin û Meclisên Gel ên Reqa û  gundewarê wê tev li merasîma li gundê El-Hikumiyê bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir. Paşê bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermendarê Asayîşa herêma Hezîme Hecî Ehmed, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hele El-Hesen, bi navê Rêveberiya Jin a Reqayê Xaliye El-Kecwan axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi saya fedakariyên şehîdan destkeftî hatin bi destxistin û herêm rizgar bû. Yek ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Hindirîn Hezîme Hecî Ehmed soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî bi dawîbûna axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hele El-Hesen bawernameya şahadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Harûn di nava tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA