Bijîşka xwezayî ya taxê; dayika Lemya Edbo

Jina bi navê Lemya Ebdo ya 60 salî,  bijîşktiya xwezayî dike, hestiyên şikestî dicebirîne, birînan didrû û jinan diwelidîne. Lemya bi dildarî xizmeta civakê dike.

Bijîşka xwezayî ya taxê; dayika Lemya Edbo
Bijîşka xwezayî ya taxê; dayika Lemya Edbo
Bijîşka xwezayî ya taxê; dayika Lemya Edbo
Bijîşka xwezayî ya taxê; dayika Lemya Edbo
17 adar, 2019   08:45

ROZANA DADO / HELEB

Lemya Ebdo ya 60 salî bijîşkatiya xwezayî dike. Lemya li taxa Şêxmeqsud ya Helebê rûdinê. Leyma dayîka du şehîdan e. Bi dildarî , bijîşkiya  xwazayî dike û bi vî karî alîkariya derdorê dike. Dayika Lemya deverên şikestî dicebirîne û birînan didrû, her wiha jinan diwelidîne.

Dayika Lamya di karê xwe de rastî gelek astengiyan hat, lê bi îrade û îsrara xwe ya domandina vê kar de hemû astengî derbasî kir û xwe di kar de pêşxist.

Dayika Lamya bi dildarî alîkariya civakê dike û xizmeta tunduristiyê pêşkêş dike. Li gel vê yekê jî di çandinî û karê malê jî jêhatî ye.

Çawa fêrî cebirandinê dibe

Dayika Lemya beriya 15 salan destê wê dişkê û bi xwe destê xwe dicebirîne û rihet dike.

Di salên 80‘î de jî hevjînê dayika Lemya nexweş dikeve û hewcedarî wî bi derziyên rojane dibe. Lê ji ber ku taxa Şêxmeqsûd di wê demê de herêmeke asê bû, rêya çûn û hatina navenda bajar zehmet bû dayika Lemya li gel doxtorekî xwe fêrî lêdana derziyan dike.

Li vir jî fêrî hemşîretî û pîriktiyê dibe. Di mal de malbat, xizim û cîrana derman dike, birînan dipêçe bêyî ku li nexweşxaneyan vegere. Her wiha fêrî vekirina reh û girêdana sîroman dibe.

Li rex van jî bi dermanên xwezayî ku ji spiya hêkê û sabûnê hestiyên bi pirç derman dike.

Dayika Lemya li gel vî karî jî ew û hevjînê xwe di dikanê de kar dikin ji bo debara malbata xwe bikin.

Derbarê mijarê de Lemya Ebdo dibêje, ew bêyî ku bawernameyên zanistî bigire bi vîn û îsrara xwe xwe fêrî vî karî kiriye û destnîşan dike ku ew bi vî karî bi dildarî alîkariya derdorê dike.

Dayika Lamya di dawiya axaftina xwe de got: “Nabe mirov xwe radestî astengiyan bike. Bi taybet jî jin rokeke mezin û pêşeng di pêşketina civakê de dilize.”

(şx)

ANHA