Komîteya Çandiniyê ya Reqayê pêdiviyên cotkaran peyda dike

Komîteyên Çandiniyê ya gundewarê rojhilatê Reqayê ji bo pêşxistina çandiniya herêmê xebatan dimeşîne û ruxsetên çandiniyê dide cotkaran da ku sûd ji tov, sotemenî û semadê bigirin.

 Komîteya Çandiniyê ya Reqayê pêdiviyên cotkaran peyda dike
 Komîteya Çandiniyê ya Reqayê pêdiviyên cotkaran peyda dike
17 adar, 2019   06:57

REQA

Komîteya Çandiniyê ya gundewarê rojhilatê Reqayê bi koordîneya meclisên gel û komînan li herêmê hewl dide ruxsetên çandiyê bide cotkaran. Ruxset ji bo pêdviyên çandiniyê  semad, tov û sotemeniyê ne.

Komîteyê dest bi qonaxa duyemîn a desteka mewsima zivistanê kir. Destek ji dayîna semad û sotemeniyê pêk tê.

Endamê rêveber ê Komîteya Çandiniyê yê gundewarê rojhilatê Reqayê Abdullah El-Xemîs destnîşan kir ku mewsima borî di encama gelek sedeman de telef bû. û wiha got: “Ji ber wê komîteyê zêdetirî hezar û 500 ruxset daye cotkaran. Cotkar bi rêya ruxsetan sûd ji tov, sotemenî û semadê digirin. Em amadekariya mewsima havînê  ji pembo û garis tevî peydakirina dermanan dikin.”            

Pêdiviyên çandiniyê li gorî vê makenîzmeyê têne balavkirin; Ji her dominekî re 30 kg semad û 30 lître mazot bi buhayên guncaw. Ev miqdar sê caran tê dayîn. Cara yekê di meha Sibatê de, ya din di 15`ê Adarê de û cara sêyemîn jî di destpêka Nîsanê de.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku komîteyên çandinî û avdanê yên Reqa û gundewarê wê bênavber ji bo serrastkirina qenalên avdanê dixebitin.

Mewsima çandiniyê ya herêmê di sala borî, di encama belavbûna nexweşiyan û tinebûna dermanan de  telef bû. Îsal komîteyên çandiniyê hewl didin ku mewsima heyî bi ser bixin û berê cotkaran sivik bikin.

(şx)

ANHA