Şîraz Hemo: Ji bo tinekirina hişmendiya DAIŞ’ê hevkarî pêwîst e

Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şîraz Hemo got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê, ji bo tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê, pêwîste hêzên navdewletî û rêxistinên mirovî bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkariyê bikin.”

Şîraz Hemo: Ji bo tinekirina hişmendiya DAIŞ’ê hevkarî pêwîst e
17 adar, 2019   06:18

FÎDAN ABDULLAH/ŞEHBA

Gelê Sûriyê kêliyên dîrokî dijî. Nêz maye ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku gel dikuşt, serjêdikir û koçber dikir têk biçe. Lê şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ`ê ewlehiya herêmê tehdîd dikin.

Girêdayî mijarê hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şîraz Hemo ji ajansa me axivî û destnîşan kir ku pêvajoya ku niha Sûriyê têre derbas dibe, hesas û çaranûsî ye.

Şîraz di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Hêzên terorsît bi rêbaz û şêwazên cuda hewl dan qada serweriya xwe li Sûriyê fireh bikin. Armacên wan ên sereke ew bû ku nakokiyan bixin nava gel û ji ber wê jî gelek binpêkirinên dermirovî li ser gel pêkanîn.”

Şîraz wiha domand: "QSD`ê DAIŞ têk bir. Berxwedan û serkeftinên mezin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidesxistin û nêzbûna têkçûna DAIŞ’ê şahide serkeftinên QSD’ê ne. Ji ber wê jî QSD leqeba Aştiyê heq dike.”

Şîraz destnîşan kir ku DAIŞ têk diçe lê hîn jî şaneyên veşartî yên girêdayî hişmendiya DAIŞ’ê ewlehiya herêmê tehdît dikin û wiha pê de çû: “Ji ber wê kedên navdewletî û herêmî duqat pêwîst in ku ev hişmendî tine bibe. Şeş sale ev hişmendî di serê bi hezaran kes de tê çandin.”

Şîraz got ku DAIŞ jinan dike hedef û wiha axivî: “Ji aliyekî din ve çeteyên DAIŞ`ê di dirêjahiya hebûna xwe de jin kirin hedef û hovantirîn sûc li ser jinan pêk anîn. Di encama zincîrên ku DAIŞ`ê li jinê ferz kiriye de, jin ji jiyana civakî hatibû dûrxistin.”

Şîraz Hemo di dawiya axiavtina xwe de wiha got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê, ji bo tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê, pêwîste hêzên navdewletî û rêxistinên mirovî bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkariyê bikin.”

(şx)

ANHA