Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş

Rêveberiya Jin bi koordîneya Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Tebqayê ji bo piştgiriya berxwedana têkoşer Leyla Guven meşek bi meşale li dar xist.

Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş
Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş
Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş
Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş
Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş
Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş
Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş
Li Tebqayê ji bo piştgiriya Leyla Guven meş
16 adar, 2019   18:38

TEBQA

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 129 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Bi dehan jinên Tebqayê, endamên jin ên meclisên sivîl, leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê meşek bi meşale ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven li dar xistin. Meşê ji ber avahiya Rêveberiya Jin a taxa Duyemîn a bajarê Tebqayê destpêkir û heya ber Navenda Çand û Hunerê berdewam kir.

Jinan di meşê de meşale, alên Meclisa Jin a Sûriyê, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û wêneyên têkoşer Leyla Guven rakirin.

Meş li ber Navenda Çand û Huherê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Rêveberiya Jin a Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveber Meryem El-Osman ve hate xwendin. Meryem berxwedana têkoşer Leyla Guven silav kir û got: “Em piştgiriya berxwedana Leyla Guven û jinên Efrînê dikin. Em ê heta rakirina tecrîdê, azadiya Ocalan û rizgarkirina Efrîna dagirkirî, li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA